Mîadê Peymana New START di navbera Rûsya û Amerîkayê, di nîvê şeva 5 Sibat 2026’an de diqede.
Peymana DESPÊKA NÛ ya ku wekî Peymana Kêmkirina Sîlehên Stratejîk Ên Nukleer tê pênasekirin, ji serê dehên salan ve ye, hilberîna sîlehên nukleer ên Rûsya û Amerîkayê sînor dike.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî radigihîne, aliyan ji bo careke din bê dirêjkirin li hev nekirine.
Moskowê rojek berê diyar kiribû ku Rûsya wê bi berpirsiyarî tev bigere, bes eger ewlekariya wê bê tehdîtkirin, ewê jî tedbîrên “bêguman” bistîne.
Washingtonê li ser pêşeroja peymanê heta niha tiştek ranegihandiye.
QAÎDEYEKE KU HERDU HÊZÊN MEZIN SÎNOR BIKE NAMÎNE
Li gorî peymana ku sala 2010’an di navbera Rûsya û Amerîkayê de hatibû îmzekirin, him ji bo Amerîka û him jî ji bo Rûsyayê hilberîna serikên nukleer bi hejmara 1.550 sînor dike.
Mîadê peymana heyî li gel sala borî qediya bû jî, Rûsyayê dabû ragihandin ku saleke din wê li gorî qaîdeyên peymanê tev bigere.
Serokê Amerîkayê Donald Trump tevî ku di meha Cotmehê de dirêjkirina peymanê wekî fikreke baş pênase kiribû jî, ji bo peyman dirêj bibe tu gav neavêtibû.
Donald Trump daxwaz dike ku Çîn jî di nava peymanê de cî bigire, bes him Pekîn û him jî Moskow daxwaza Trump napejirînin.
Piştî bidawîkirina peymana New START’ê, qaîdeyeke ku herdu hêzên mezin Amerîka û Rûsyayê sînor bike namîne.
Ev yek jî tê maneya ku van herdu hêzên mezin ên nukleer, Rûsya û Amerîka ji bo hilberîna çekên nukleer êdî wê li gorî tu qaîdeyan tev negerin.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov dibêje piştî bidawîkirina peymanê, cîhan wê bitalûketir bibe.

PEYMANA NEW STARTÊ
Amerîkayê Peymana Kêmkirina Sîlehên Stratejîk cara ewil bi navê STAR 1’ê, di sala 1991’ê de bi Rûsyaya Sowyetê û pê re jî di sala 1993’an de bi navê START 2 bi Federasyona Rûsyayê re îmze kiribû.
Peymana New START’ê di sala 2010’an de wekî domahîka van peymanan hatibû îmzekirin.
Li gorî daneyên Înstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê SIPRI’yê heta sala 2025’an Rûsyayê 5 hezar û 459 û Amerîkayê jî 5 hezar û 177 serikên nukleer hilberandine.
Serikên nukleer ên Çînê jî wekî 600 tê texmînkirin.

