Di sala 1999an de Şaredarîya Bajarê Mezin (Piştî Mehdî Zana) cara pêşî ketibû destê kurdan. Di destpêka salên 2000î de şaredarîyan dest bi lidarxistina mîhrîcanên çand û hunerî kiribû. Çend salên pêşîn wekî destpêk bûn, alîyê kurdewarî pir qels û lawaz bû. Nivîskarên xwecihî yên ku bi tirkî dinivîsandin gelekî li pêş bûn. Nivîsandina bi kurdî zêde ne di rewacê de bû, nivîskarên kurdînûs jî hêşta bi tenê di derdoreke gelekî teng de dihatin nasîn. Di nav rêxistinên kurdan de şer û pevçûn hebû.
Di sala 2003yan de Amerîka ketibû Iraqê, rejîma Sedam têk çûbû, statûya kurdan a de-fakto, ber bi fermîbûnê ve diçû. Hingî me jî li Amedê amadekarîya mîhrîcanekê dikir, me dixwest em rengê mîhrîcanên biguhêrin, rengekî kurdewar bidin mîhrîcanê. Li ser pêşniyara min, rêveberîya şaredarîyê biryar da ku konferanseke wêjeyê li dar bixe, organîzasyona wê jî li ser milên min bû.
Hingî divîya ez biçûma Başûr, lê çûn û hatin ne hêsan bû, derîyê sînor di bin çavdêrî û kontrola MÎTê de bû. Ez rabûm çûm ser sînor, li wir min xwe wekî bazirganekî ku lêkolîna bazara malê xwe dike nîşan da û ez derbas bûm. Em pêşî çûn Kerkûkê, hinek hevalên çapemenîya kurd li wir bûn, ji ber ku şerê navxweyî hebû, nedikarîn derbasî bajarên di bin destê rêxistinên kurd de bibin.
Min hevalek girt li gel xwe û em pêşî çûn Duhokê, me li wir bi Yekîtîya Nivîskaran re têkilî danîn û me ew vexwendin konferansê, ew jî gelekî kêfxweş bûn, piştre em derbasî Hewlêrê bûn, li wir jî me serdana gorbihuşt Mehdî Xoşnaw kir, wî jî em bi camêrî kirin mêvan û vexwendina me pejirand. Pişt re em derbasî Silêmanîyê bûn, li wir jî me serdana kesên mîna gorbihuşt Îzedîn Mistefa Resûl kir. Li wir me gelek hevpeyvîn û gotûbêj jî kirin, ew di çapemenîya kurd de hatin weşandin.
Wê salê konferansa me bi beşdarîya nivîskar û rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê pêk hat. Bi vê yekê me ne tenê sînorên heyî dabezandin, her wiha me qeyd û bendên di dil û mêjîyan de jî şikandin. Ew mirovên ku berê bi çavên dijminatîyê li hev dinêrîn, êdî derîyê dilê xwe ji hev re vedikirin. Ji ber ku her kesî dizanî ku ne tenê çand û zimanê me, her wiha çarenûsa me yek e.
Piştî wê gelek komcivîn û konferans li dar ketin, lê belê hê jî me nekarîya kend û kospên rêxistinî ji holê rakin, ew pirbendî û nakokîyên siyasî li ber yekgirtina me rêgir in. Îro ez bala xwe didim nirxandin û nîqaşên li ser medyaya civakî, ez bêyî çêr û dijûnan tiştekî nabînim.
Me kurdan ji her kesî zêdetir ji yekdengî û yekrengîyê êş û azar kêşaye, lewre jî divê em qîmeta pirdengî û pirrengîyê ji her kesî baştir bizanin. Divê em karibin bêyî çêr û dijûn bi hev re bipeyivin da ku em karibin hin tiştan bi serê hev bixin. Mafê kesî nîn e ku bîr û raya xwe li ser hinekên din ferz bike.
Min xwest bi vê bîranîna li jor, balê bikêşim ser girîngîya danûstandina rasterast a di navbera kurdan bi xwe de. Em dizanin ku şer û pevçûnên me yên bi hev re bi kêrî neyarên me tên. Pirî caran ew şîroveyên kirêt ên ku li bin nivîs û nirxandinan tên nivîsandin mohra trolan li ser e. Lê em bi xwe jî carinan dikevin dafika wan. Ew kesên ku heqaretê li pêşeng û serkirdeyekî/a kurdan, li siyasetmedarekî/a kurdan dike, ew xizmeta neyarên kurdan dike. Em pêşbazîyê di xizmeta gelê xwe de bikin, em pêşbazîyê ji bo parastin û bipêşvebirina çand û zimanê xwe de bikin. Em pêşbazîyê di çêr, zêf û dijûnan de nekin, ev tişt bi me nakeve.




