SerupelCivakLi Kanadayê referandûm: Alberta federalîzmê hilbijart

Li Kanadayê referandûm: Alberta federalîzmê hilbijart

Welatîyên Albertayê di referandûma duh de dengên xwe ji bo yekitîya Kanadayê bi kar anîn. Li gorî encamên destpêkê, zêdetirî sedî 76ê beşdarên dengdanê veqetîna ji Kanadayê red kirin.

Alberta duh referandûmeke krîtîk ji bo statuya xwe ya di nava Kanadayê de li dar xist. Vê dengdanê bala raya giştî ya Kanadayê welat û ya navneteweyî kişand ser xwe û bû mijareke sereke ya medyayê. Li gorî encamên destpêkê yên nefermî, zêdetirî sedî 76ê beşdarên dengdanê veqetîna ji Kanadayê red kirin.

Encam wekî nîşaneke zelal a domandina yekitîya bi Kanadayê re hat qebûlkirin. Di dengdanê de civaka Albertayê lidarxistina refrandumeke duyemîn a ji bo serxwebûnê jî red kir. Vê biryarê fikarên ku li ser perçebûna aborî û siyasî yên welat dihatin ziman zêde rawestandin û helwesta hevgirtinê di nav civakê de xurtir kir. Li gelek herêm û bajarên mezin ên eyaletê, rêjeya piştgirîya ji bo mayîna di nav sînorên federal de ji asta ku dihat hêvîkirin bilindtir derket.

ANALÎZ

Ev dengdana ku ji 10 pirsan pêk dihat ji alîyê siyasî ve xwedî giringîyeke stratejîk bû. Biryara zelal a dengdêran peyamekî bihêz da rêveberîyên herêmî û navendî ku piranîya welatîyan dixwazin pirsgirêkên heyî di bin sîwana pergala federal de çareser bikin. Vê encamê hişt ku danûstandinên li ser peywendîyên darayî û siyasî yên bi hikûmeta navendî re derbasî qonaqeke nû bibe.

Dengdana nîşan da ku xwestekên cudaîxwazîyê di nava civakê de ne gihîştine asteke ku bikaribin sînorên welat biguherînin. Li şûna peyçûna rêya serxwebûna siyasî, welatîyan tercîh kir ku balê bikişînin ser aramiya aborî, hevkarîya herêmî û pêşvebirina mafên heyî di çarçoveya qanûnên Kanadayê de. Bi gotineke din, dewlemendiya çavkaniyan û nerazîbûna siyasî têr nakin ku piranîya civakê serxwebûnê hilbijêre. Yekitiya demokratîk a bi Kanadayê re hat tercîhkirin lê pêdiviya guhertinan di nava federalîzmê de jî pêwîst e.

Ev ne referandûmek bû cîbicîkirina encaman li ser hukumetê ferz dikir. Dengdan bi Clarity Act û biryarên Dadgeha Bilind a Kanadayê hatibû çarçovekirin. Herwiha dadgehê berê destnîşan kiribû ku her gavên veqetînê divê bi Neteweyên Esil ên Kanadayê re jî bê muzakerekirin. Ev jî xaleke girinng a mafên xwecihîhan e ku di hiqûqa Kanadayê de cî digire.