Li Îranê protestoyên ku di 28’ê Kanûna 2025’an de li dij qeyrana aboriyê da dest pê kirin, li tevahiya welêt belav bûn.
Di halê hazir de, gelê Îranê li temamê 31 eyaletan, zêdetirî li 350 nuqteyan çalakiyên protestoyê li dar xistin.
Protestoyên ku wekî bertekên li dij qeyrana aboriyê da dest pê kirin, di demeke kurt de veguherî dijberiya rejîma heyî ya Komara Îslamî ya Îranê.
Li gel ku di der bareyê kuştî û birîndaran de heta niha agahiyeke fermî nehatiye ragihandin jî, tê gotin ku hejmara kuştiyan nêzî 40 kesî bûye, zêdetirî 1200 birîndar hene û zêdetirî 2200 kes jî hatine girtin.
Ajansa Farisî ya nêzî rejîmê ragihand ku 250 polîs û 45 Muhafizên Şoreşê birîndar bûne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştevaniya protestoyan kiribû, ji bo li dij protestokaran şîddetê bi kar neyînin hişyarî dabû rejîma Îranê, gotibû eger protestokar bên kuştin, emê mudaxeleyî Îranê bikin û Serokê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî piştevaniya xwe rasterast anîbû ziman.
Li aliyê din, rewşa tevahiya Îranê û bi taybetî jî rewşa herêmên Kurdan her diçe dijwar dibe.
Rayedarên Îranê daxuyaniyên Amerîka û Îsraîlê dikin mahne, gel tehdît dikin û zextên li ser gel mezin dikin.
Lewma jî, rêxistinên Kurdan bi daxuyaniyeke hevpar şermezarî dan tundiya mudaxeleya protestoyan û banga greva giştî li gel kirin.


