SerupelCivakBanga venasîna serxwebûna Belûcistanê hat kirin

Banga venasîna serxwebûna Belûcistanê hat kirin

Lîderê belûc Mîr Yar Belûc di daxuyaniya xwe ya nû de banga naskirina qanûnî, siyasî û dîplomatîk a serxwebûna Belûcistanê li seranserê cîhanê kir. Mîr Yar Belûc diyar kir ku tevî astengkirina înternetê û girtina zêdetirî 50 hezar belûcan ji aliyê artêşa Pakistanê ve, gelê belûç li navxwe û derveyî welat serxwebûna xwe pîroz dike.

Lîderê belûc Mîr Yar Belûc di daxuyaniya xwe ya nû de banga xebat û naskirina qanûnî, siyasî û dîplomatîk ji bo serxwebûna Belûcistanê li seranserê cîhanê kir. Mîr Yar Belûc di destpêka pîrozbahiya Roja Serxwebûna Belûcistanê de daxuyand ku vê rojê ji bo belgekirin û nîşandana berxwedana gelê belûc hatiye veqetandin.

Lîderê belûc bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan û êrîşên artêşa Pakistanê û da zanîn ku zêdetirî 50 hezar belûc niha di zindanan de têne girtin. Her wiha wî diyar kir ku ji bo astengkirina belavbûna dîmen û agahiyên pîrozbahîyê, xeta înternetê û xizmetên ragihandinê yên mobîl li Belûcistanê ji aliyê Pakistanê ve hatine birîn. Mîr Yar Belûc Tevî got ku tevî van astengiyan jî, gelê belûc li Belûcistanê û li çar aliyê cîhanê xebat û pîrozbahîyên ji bo roja serxwebûnê berdewam dike.

Lîderê Belûç Mîr Yar Belûç û banga naskirina serxwebûnê/Foto:X

Paşxaneya dîrokî ya meseleya Belûcistanê

Rewşa Xanîtîya Kelatê û 11ê tebaxê (1947)

Berî parçebûna Hindistana di kontrola Brîtanyayê de ya di sala 1947an de, Belûcistan ne hebûneke siyasî ya yekparçeyî bû. Welêt ji Herêma Belûcistanê ya di bin kontrola Bîrtanyayê û çend mîrektiyan pêk dihat ku ya herî mezin Xanîtîya Kelatê (Khanate of Kalat) bû. Di 11ê tebaxa 1947an de, li gorî peymana di navbera Bîrtanya, Pakistan û rêveberîya Kelatê de hat îmzekirin, Kelat wekî dewleteke serbixwe û xwedî statûyeke destûrî hat naskirin. Navendên neteweperwer ên belûc vê dîrokê wekî ragihandina fermî ya serxwebûna xwe dihesibînin.

Tevlîheviya sala 1948an û biryara Pakistanê

Ev heyama serxwebûnê demeke kurt dom kir. Navbera dawîya sala 1947 û destpêka 1948an de zextên siyasî zêde bûn. Di 27ê adara 1948an de Xanê Kelatê Belgeya Tevlîbûnê (Instrument of Accession) îmze kir û herêm bi fermî tevlî Pakistanê bû. Li pey vê biryarê, birayê Xan, Mîr Ebdulkerîm dest bi serhildana çekdarî kir ku ev wekî yekemîn serhildana neteweyî ya belûcan di dîroka modern de hat qebûlkirin.

Bîranîn û rewşa îro

Ji bo rêxistinên neteweyî yên belûc, 11ê tebaxê sembola “serweriya windabûyî” ye. Ev derdor dîyar dikin ku peymana 1948an di bin zextan de hat îmzekirin û tevlîbûn bêyî îradeya gel çêbû. Ji ber vê yekê, her sal di vê rojê de alayên Belûcistanê têne bilindkirin û çalakî têne lidarxistin. Dewleta Pakistanê xebat û argumanên dîrokî red dike û ragihandina 1948an wekî pêvajoyeke destûrî û biryareke derbasdar qebûl dike. Ev mijar îro jî wekî bingeh û motora nasname, xweserî û daxwaza mafê diyarkirina çarenûsê ya gelê belûc berdewam dike.

Nexşeya dîrokî û cografî ya Belûcistanê ku parçebûna herêmê û sînorên wê nîşan dide./Nexşe: X

Ku der e Belûcistan?

Belûcistan welatekî stratejîk ê Asyayê ye ku axa wê di navbera Pakistan û Îranê de hatîye dabeşkirin. Nifûsa gelê belûç li her du parçeyan li derdora 19 milyonî ye. Beşa rojhilatê ku di bin kontrola Pakistanê de ye, xwedî 14 milyon nifûs e; lê belê ji ber siyaseta guherandina demografiyê, nêzî 5 milyon ji vê nifûsê ji kesên ku paşê ji Pakistanê koçî herêmê kirine pêk tê.

Tevî ku axa rojhilatê Belûcistanê di warê çavkaniyên kêmpeyda yên mîna petrol, gaza xwezayî, komir, zêr û sifir de pir dewlemend e jî, gelê wê di nav xizaniyeke kûr de tê hiştin. Ji ber talankirina van çavkaniyan û bêparhiştina ji derfetên aborîyê, Belûcistan îro di nav hemû eyaletên Pakistanê de herêma herî xizan û paşdemayî ye.