Serokomarê nû yê Kolombiyayê ku wekî “El Tigre” jî tê nasîn, di roja hatina ser kar de banga Hevpeymaniya leşkerî bi DYA û Îsraîlê re kir û soz da ku li hember kartelên narkotîkê û komên çekdar siyaseteke hişk bimeşîne. Zêdebûna vê xeta rastgir a li Kolombiyayê di analîzên navneteweyî de wekî gaveke giring a bihêzbûna rastgirên radîkal ên li Amerîkaya Latîn tê nirxandin.
Hatina ser kar a Abelardo de la Espriella ne tenê guherîna serokatiyê ye, di heman demê de serkeftina xeteke radîkal a xwedî paşveçûna ji siyaseta serokê berê yê çepgir Gustavo Petro ye. Serokê berê Petro hewl dida bi projeya “Aştiya Tevahî” rêya diyalogê bi komên çekdar re veke û reformên civakî pêş ve bibe. De la Espriella vê polîtîkayê wekî “lawazî” bi nav dike û dibêje ku serdema diyalogê bi dawî bûye.
Di dema Petro de peywendiyên bi Îsraîlê re hatibûn qutkirin û pêwendîyên bi welatên çepgir ên mîna Kuba û Nikaraguyayê re hatibûn xurtkirin. De la Espriella ragihand ku ew ê peywendiyên xwe yên bi Îsraîlê re nû bike û têkiliyên bi Kuba û Nikaraguyayê re qut bike. Analîstên navneteweyî destnîşan dikin ku hevbendiya nû ya Bogota-Washingtonê û feraseta “ewlehiya neteweyî ya tund” ku De la Espriella alîgirîya wê dike, welat ji xeta çep û civakî ya Petro bi temamî dûr dixîne û ber bi modela rastgir a dewletê ve dibe.



