Hejmara nû ya kovara xêz û mîzahê Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket. Danasîna jiyana hunermen Eyşe Şanê û karakterê naskirî yê çîrokên fotografî Ken Parker hatîye kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kovara Bajarê Kurmancî û Zazakî diweşîne. Kovar ji du mehan carekê online tê weşandin.
Di hejmara dawî de, Keko, Kûto û Dedektîfên Kuçeyên Teng Zilkîf bi serpêhatiyên xwe yên nû cî digirin.
Hemû hejmarên kovarê li ser malpera www.bajar.tr dikarin bên xwendin û daxistin.



