Ji destpêka sedsala 16an û şûn ve, Împaratoriya Îspanyayê herêma Bolîvyayê (ku di wê serdemê de wekî Alto Peru dihat nasîn) kiribû navendeke sereke ya çewsandina aborî û çandî. Bi taybetî, li kanên zîvê yên li bajarê Potosiyê, gelên inka, aymara û kêçûwa (Quechua) bi darê zorê dihatin xebitandin. Ji aliyekî din ve, çîna ewrûpî ku wekî “Criollo” dihate pênasekirin, ji rêveberiya siyasî bêpar hatibû hiştin.
Ev zext û talana aborî bû sedema serhildanên mezin di sedsala 18an de. Ya herî navdar di sala 1781ê de di bin pêşengiya Tupac Katari û hevjîna wî Bartolina Sisa de pêk hat. Dema ku Katari hat girtin û berî ku ji aliyê mêtingeran ve bê kuştin, wî ev gotina dîrokî di zimanê aymara û îspanî de kir:
“Nayawa jiwawtha, nayaruq phisqha waranqa waranqanakaw kutt’anipxani.”
(Hûn tenê min dikujin, lê sibê ez ê vegerim û bibim bi milyonan).
Tevî ku ev serhildan hat tepeserkirin jî, gotina wî di dilê gelên Çiyayên Andê de bû tova serxwebûnê.

Rêya ber bi komarê ve
Di destpêka sedsala 19an de, bi belavbûna fikrên ronahîbûnê re, di sala 1809an de li bajarê La Pazê serhildaneke nû pêk hat. Rêberê serhildana La Pazê, Pedro Domingo Murillo, berî ku ji aliyê hêzên mêtinger ve bê darvekirin, ev peyama ku di dîroka Bolîvyayê de bi navê “Ragihandina Komîteya Rêveberîyê“ tê nasîn hişt:
“La tea que dejo encendida nadie la podrá apagar.”
(Çiraya ku ez pêxistî dihêlim, tu kes nikare vemirîne).
Şerê azadiyê nêzîkî 16 salan dom kir. Piştî serkeftina dîrokî ya hêzên rizgarîyê di bin bi serokatiya Antonio Jose de Sucre û Simon Bolivar de, meclisa nûneran di 6î tebaxa sala 1825an de deklerasyona serxwebûnê (Acta de la Independencia) qebûl kirin. Ji bo rêzgirtina li Simón Bolívar, “Bolîvya” li welatê serbixwe hat kirin.
“Dewleta Pirneteweyî”

Bolîvya welatekî Amerîkaya Başûr e ku bi tevahî ji deryayê hatîye qutkirin. Nifûsa welêt nêzîkî 12 milyonî ye û piranîya vê nifûsê di herêmên Çiyayên Andan û navendên mîna La Paz û Sucreyê dijîn. Bolîvya yek ji kêm welatan e ku rêjeya gelên xwecihî ( 37%) yên wekî aymara û kêçûwa (Quechua) bilind e. Ji bo parastina vê dewlemendîya çandî, di destûra bingehîn a welat de zêdetirî 30 zimanên xwecihî tevî îspanî xwedî statûya fermî ne û welat bi fermî wekî “Dewleta Pirneteweyî” tê pênasekirin. Ji alîyê aborîyê ve jî Bolîvya xwedî çavkanîyên gelekî dewlemend ên binê erdê ye. Gaza xwezayî, kanên zîv û bi taybetî hebûna rezerva herî mezin a lîtyûmê ya cîhanê giringîya welat di jeopolîtîkê de zêde dike.



