Prosesesa serxwebûna Swîsreyê bi berxwedana civakên çiyayî yên ku nexwestin serî li ber zexta Împaratoriya Habsburgê xwar bikin, dest pê kir. Di tebaxa sala 1291an de, nûnerên sê kantonên piçûk—Uri, Schwyz, û Unterwalden—li hewza gola Lucerne, li herêma Rütli civiyan û belgeya ku wekî Bundesbrief tê nasîn, îmze kirin. Vê belgeyê ne tenê hevgirtineke leşkerî ya li dijî êrîşên derve ava kir, lê di heman demê de rêgezên bingehîn ên dadweriya navxweyî û redkirina hiqûqa biyanî danî.
Lêbelê rêwîtiya serwerîyê ne tenê bi lihevkirinek li ser kaxezê bi dawî bû. Sedsala 14an bû qada berxwedana leşkerî ya van niştecîyên van kantonan ku xwestin erdên xwe biparêzin. Di şerên giring ên wekî Morgarten (1315) û Sempach (1386) de, hêzên van kantonan arteşên mezin Împaratorîya Habsburgê têk birin. Encama van şeran bi sebeba tevlîbûna hin kantonên din û zemîna avabûna Swîsreyê xurt kir. Tifaqa ku di destpêkê de ji sê kantonan pêk dihat, bi demê re kantonên bajarî yên wekî Zurich û Bernê jî girtin nav xwe û sîstema konfederal hat avakirin.

Aktorên Swîsreya konfederal
Aktorên sereke yên ku vê sîstemê ava kirin ne desthilatdarên navendî an yek komek serdest bû. Kanton wekî yekeyên serwer hatin cem hev û her yek ji wan hiqûq, parlamento û nasnameya xwe parast. Ev taybetmendî bû sedem ku modela Swîsreyê li ser bingeha piralîbûnê pêş bikeve. Civakên xwedî ziman û çandên cuda—almanî, fransî, îtalyanî û romanşî —bêyî ku nasnameya yekî li ser ya din bibe zext, li ser konsepta serweriya hevpar û saziyên hiqûqî li hev kirin. Sîstema konfederal hêza biryardayînê nedabû navendekê, lê dabeşî herêman kiribû.
Gava ku di sala 1648an de bi Peymana Westphalia serxwebûna Swîsreyê di asta navneteweyî de hat naskirin, modela Swîsreyê êdî bûbû rastîyeke jeopolîtîk. Paşê di sala 1848an de, piştî aloziyên navxweyî, guherîneke Qanûna Bingehîn pêk hat û dewleta federal a modern hat avakirin. Encama herî mezin a vê pêvajoyê avakirina sîstema “Demokrasiya Rasterast” bû ku tê de welatî bi rêya referandum û însiyatîfan rasterast beşdarî biryarên dewletê dibin. Di heman demê de, siyaseta bêalîtiya stratejîk rê li ber girt ku welat nekeve nav şerên li Ewrûpayê û aboriya xwe xurt bike.

Serwerîya ji jêr ber bi jor ve
Pêvajoya avabûn û geşbûna Swîsreyê nîşan dide ku serweriya rastîn a li vî welatî ne di encama avakirina desthilateke navendî ya serdest de pêk hatîye lê berhemê lihevkirineke civakî ya ji jêr ber bi jor ve ye. Ezmûna kantonan îspat kir ku dema herêm xwedî azadiya biryardayînê bibin û serwerîya di asta kantonan de bibe bingeha hiqûqeke hevpar, aramiya siyasî û pêşketina aborî mayînde dibe. Li alîyekî din, siyaseta bêalîtiyê nîşan da ku parastina serweriyê ne tenê bi hêza leşkerî, lê bi rêya dîplomasîyeke zelal û aboriyeke serbixwe pêkan e û belkî dersa herî mezin a ku dîroka Swîsreya îro pêşkêşî cîhanê dike, ev bi xwe ye.



