Di 1ê tebaxa 1975an de li paytexta Helsinki ya Finlandiyayê, serokên 35 welatan piştî xebateke dûrûdirêj belgeya dawî ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewrûpayê (REHE) îmze kirin. Ev peyman di dîroka hiqûqa navneteweyî de bû destpêka qonaxeke nû.
Tevî ku armanca yekem a peymanê kêmkirina rageşiya di navbera Yekîtiya Sovyetê û dewletên Rojava de bû, naveroka wê ji bo mafên mirovan û serweriya gelan deriyên nû vekirin.
Prensîba VIII: Self-Determination
Peymana Helsinki di bin xala VIII (Rêgeza VIII) de bi zelalî destnîşan dike ku:
“Hemû gel xwedî maf in ku di nav azadiya temam de, statûya xwe ya siyasî ya hundirîn û derve diyar bikin û geşedana xwe ya aborî, civakî û çandî birêve bibin.”
Ev xal ji bo gelek neteweyên bêdewlet, herêmên otonom û tevgerên rizgariya neteweyî yên li Ewrûpa û cîhanê bû bingeheke qanûnî û ehlaqî. Ev prensîb pişt re ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ve jî wekî pîvaneke bingehîn hate pejirandin.
Peymana Helsinkiyê û neteweyên bêdewlet
Tevî ku Peymana Helsinkiyê di navbera bloqên dewletan de hate îmzekirin, encamên wê yên herî bi bandor li ser civak û neteweyên bêdewlet kirin. Heta sala 1975an, meseleya mafên gelan zêdetir di çarçoveya dij-kolonyalîzmê de dihat dîtin. Lê Belgeya Helsinkiyê ev prensîb xiste nava dilê Ewrûpayê û hiqûqa navneteweyî ya nûjen. Li ser vê prensîbê jî di qada navnetweyî de de van pêşketinan pêk hatin.
- Tora ‘Helsinki Watch’ û Mafên Kêmneteweyan:Piştî îmzekirina peymanê, li gelek welatan torên şopandinê yên wekî Helsinki Watch(ku pişt re bû Buroya Human Rights Watch) hatin avakirin. Van rêxistinan prensîba self-determînasyonê ne tenê wekî daxwaza serxwebûna siyasî, lê di heman demê de wekî mafê parastina nasname, ziman, çand û mafên sivîl ên kêmaran jî şîrove kirin. Ev yek bû sedem ku zexta navneteweyî li ser dewletên navendî zêde bibe da ku mafên xwerêveberiyê û zimanî bidin herêman.
- Têkçûna Sovyetê û mînaka Baltîkê:Di dawiya salên 1980yî de, gava ku Yekîtiya Sovyetê ber bi hilweşînê ve diçû, neteweyên wekî Lîtvanya, Letonya û Estonyayê û her wiha herêmên Balkanan, ji bo rewakirina daxwazên xwe yên serxwebûnê rasterast behsa Rêgeza VIII a Helsinkiyêdikirin.
- Bingeha REHEyê û peymanên siberojê: Peymana Helsinkiyê rê li ber avakirina Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewrûpayê vekir. Vê rêxistinê di salên 1990î de saziya Komîserîya Bilind a Kêmarên Neteweyî ava kir. Ev saziyê rasterast prensîba Helsinkiyê mînak girt da ku aloziyên li herêmên autonom an kêmaran (wekî Katalonya, Welatê Bask, Başûrê Tîrolê, Welatê Gal û herêmên din ên Ewrûpayê) bi rêya dîyalogê û mafên desentralîzasyonê çareser bike.
- Helsinki û hiqûqa îro: Îro gava ku dozên serxwebûnê an autonomiyê li dadgehên navneteweyî (wekî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê)an Neteweyên Yekbûyî tên nîqaşkirin, Peymana Helsinkiyê wekî mînaka yekem a hevsengîya di navbera “yekparçeyiya xakê” û “mafê diyarkirina çarenûsa gelan” de tê nîşandan. Ji bo neteweyên bêdewlet, ev peyman vê rêya dîplomasiyê nîşan da: Şertekî sereke ye ku daxwazên xwerêveberiyê li ser bingeha hiqûqa navneteweyî û pîvanên demokratîk werin meşandin.



