Li Girava Mallorca ya Îspanyayê, bi hezaran protestokaran bi hinceta ku zêde turîst tên giravê çalakiya protestoyê li dar xistin.
Çalakiya protestoyê bi serkêşiya înîsîyatîfa sivîl a bi navê Menys Turisme, Més Vida (Kêm Turîst, Zêde Jiyan) hat organîzekirin.
Protestokaran pankartên wekî “Bila qerebalixa turîstan bi dawî bibe”, “Ên ku otêlan biçînin, wê turîstan bixwin”, “Xweşikahiya Mallorcayê divê nebe xerabiya wê” vegirtin.
Çalakiya ku saetên sibehê bi awayê aştiyane dest pê kir, di saetên pêş de bi pevçûnan dewam kir.
Polîsan bi gazên çavsotîner û copan mudaxele kirin.
Ewlekariya Îspanyaya beşdariya çalakiyê wekî 25 hezar kes nîşan da. Bes organîzator îdia dikin ku 70 hezar beşdarî pêk hatiye.
Înîsiyatîfa sivîl Menys Turisme, Més Vida destnîşan dike ku turîzma li giravê ji kontrolê derketiye, lewma jî qeyrana turîzmê kûr bûye. Ji ber vê sedemê jî şert û mercên jiyanê xera bûne.
Înîsiyatîf weha dewam dike, dibêje “Mallorca gihîştiye sînorê xwe. Hemû kapasîteya me ya ekolojîk, civakî û mekanî tije bûye. Em naxwazin ji girava xwe bên avêtin.”
Îspanya tê payîn ku îsalê wê rekora turîzmê bişikîne. Tê gotin ku îsalê wê malovaniya bi qasî 100 milyon turîstên navneteweyî bike.
Zedehiya turîstan aciziyê dide welatiyan. Li deverên populer ên wekî Mallorca, Barselona, Giravên Kanaryayê, Wenedîk û Lîzbonê çalakiyên bertek tên lidarxistin.
Sala borî li Mallorcayê bi deh hezaran kesan bi pankartên wekî “Turîstno vegerin malên xwe” meşiyabûn. Li Barselonayê hin çalakgeran av avêtibûn turîstên li derve xwarin dixwarin.
Çalakgerên vê babetê îdia dikin ku ji ber sedema turîzma zêde, bihayên xaniyan zêde dibin. Dibêjin “Ji ber sedema kirêkirinên demên kurt zêde bûne, em nikarin xaniyan pêde bikin. Binesaziya giravê nikare ewqas turîstan ragire. Lewma jî qalîteya jiyanê ya li giravê ketiye.”


