Li bajarên Duhok ê Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê qeyrana petrolê dewam dike.
Li gelek îstasyonên petrolê sotemenî bi temamî xelas bûne. Ji ber vê sedemê jî, gelê herêmê nikarin, an jî bi dijwarî karin petrolê pêde bikin.
Li pêyî êrîşên dronan ên li sehaya hilberînê ya Xor Morê, kêmaniya petrolê tê kişandin.
Gel ji bo karibin petrolê bi dest bixin, di bin roya germ de, bi saetan li ber îstasyonên petrolê dikevin rêzê.
Ji bo vê problemê heta niha çi çareserî pêk nehatiye. Vê yekê jî dibe sedema bertekan.
Xwediyên îstasyonên petrolê dibêjin petrola heyî têrê nake. Ji bo karibin pêdiviya piyaseyê tedarîk bikin, bila zêdetir petrol ji wan re bê şandin. Tevî vê yekê, daxwaz dikin ku bila bihayê petrolê yê li ser hev bê daxistin, da ew jî karibin bi bihayê hikûmetê yê sînorkirî bifiroşin mişteriyên xwe.
Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê demek berê bihayên petrolê sînor kiribû. Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmetê di 22’yê Tîrmehê de, biryar dabû ku benzîna standard herî zêde bi 850 dînaran (0,65 sent), benzîna baştir bi 1.000 dînaran û benzîna herî baş bi 1.200 dînaran bê firotin. Piştî mudaxeleya hikûmetê, hin îstasyon naxwazin petrolê bifiroşin. Îdia dikin ku wan bi bihayê zêdetir petrol kirîne. Lewma jî nikarin erzantir bifiroşin. Dibêjin eger hikûmet petrolê erzantir bide wan, ewê jî karibin erzantir bifiroşin.
Berdevkê hikûmetê Bişwa Horamanî ji çapemeniyê re axivî, got: “Hikûmet wê destûrê nede ku bihayên petrolê ewqasê zêde bibe.” Pê re jî got ji bo çareseriyê ew xebatên xwe didomînin. Bes Horamanî diyar nekir bê wê çi tedbîrên çareseriyê pêk bînin.


