SerupelKurdistanKurdistan hejmar 54: Îradeya serwerîyê di rojevê de ye

Kurdistan hejmar 54: Îradeya serwerîyê di rojevê de ye

Têkoşîna ji bo mafê çarenûsê û xwerêvebirinê ya neteweyan di hejmara nû ya Kurdistanê de dîsa di rojevê de ye. Mijarên li ser serxwebûna Katalonyayê, serkeftina partîya neteweperwer a li Quebecê û parastina ziman a bi rêya hişê çêkirî di vê hejmarê de derketin pêş.

E-kovara Infowelatê, di hejmara xwe ya 54an de balê dikişîne ser geşedanên siyasî, têkoşîna mafê çarenûsê ya neteweyan û parastina ziman. Mijara sereke ya vê hejmarê li ser pêvajoya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê û paşxaneya wê ya dîrokî ye.

Her wiha di kovarê de serkeftina partiya serxwebûnxwaz a Parti Quebecois li Kanadayê, nirxandinên Cîgirê Wezîrê Siyaseta Ziman ê Welatê Baskê Aitor Aldasoro li ser girîngiya hişê çêkirî û hebûna dîjîtal a zimanên di pêvajoya vejînê de, bîranîna Lluis Companys ê ku di 1934an de Dewleta Katalan ragihandibû, krîza budçeyê ya di navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê de cih girtine .

Danasîna konfederasyona Swîsreyê, di vê hejmarê de bi gotara li ser Kantona St. Gallenê berdewam kirîye. Bi vê gotarê re, heta niha danasîna 23 kantonên Swîsreyê hatine kirin.

Kurdistan e-kovareke Infowelat e ku ji 15 rojan carekê tê weşandin. Naveroka weşanê bi giranî li ser tecrûbeyên federalî, otonomî, parastina ziman û têkoşîna ji bo venasîna neteweyî ye. E-kovara di 2023an de tê weşandin, ji hejmara 50emîn û vir xwe wekî kovara “polîtîk-civakî” û serbixwe pênase kir.

Mijarên hejmara 54. a e-kovarê

  • Katalonya: Ji otonomîyê ber bi serxwebûnê ve: “Procés”a Katalonyayê û bîranîna daxuyanîya Dewleta Katalan a Lluís Companys di 1934an de
  • Quebec: Serkeftina serxwebûnxwazan: Parti Quebecois vegerîya ser desthilatê û soza referandûma sêyemîn a serxwebûnê
  • Welatê Baskê: Cîgirê Wezîrê Sîyaseta Ziman Aitor Aldasoro: Vejîna ziman bêyî dîjîtalbûn û Hişê Çêkirî ne pêkan e
  • Kurdistan: Iraq 217 trilyon dînar xerc dike: Para Herêma Kurdistanê ji 16,5 trilyonî dadikeve 13,3 trilyon dînarî
  • Kantona St. Gallenê: Konfederasyona Swîsreyê, dîrok, demografî û nûjenîya aborîya herêma St. Gallenê

Hûn dikarin hejmara 54. (PDF) ji vir bixwînin. 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.