Komîsyona Ewrûpayê biryareke nû ya tund li dijî dêwê teknolojiyê Googleê ragihand. Li gorî biryarê, Google ji ber ku qanûna bazarên dîjîtal (Digital Markets Act) binpê kiriye û xizmetên xwe yên taybet di platforma lêgerînê û bazara aplîkasyonan de zêdetir derxistiyê pêş, rastî cezayê 890 milyon euroyî hat.
Rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê diyar kirin ku Google pozîsyona xwe ya bihêz a di bazarê de bi awayekî neheq bi kar anîye da ku pêşbaziyê kêm bike û xizmetên wekî otêl, geşt û dikanên xwe li ser xizmetên platformên din re bigire. Şîrketa Google di bersiva xwe de ev biryar rexne kir û îdîa kir ku ev qanûn wê kalîteya karûbarên ku bikarhênerên ewrûpî jê hez dikin kêm bikin.
Kurtedîroka şerê YE bi Googleê re
Alozîyê ya di navbera Yekîtiya Ewrûpayê û Google de ne nû ye û çend sal in berdewam dike. Sazîya çavdêriyê ya YEyê li dijî pratîkên monopol ên Googleê gelek lêpirsîn vekirine û heta niha van cezayan lê birîne.
2017 – Doza Google Shopping (€2.42 Mîlyar): Komîsyona Ewrûpayê ji ber ku Google encamên serwîsa xwe ya kirînê (shopping) rasterast dixist serê lêgerînan û yên reqîban paşguh dikir, yekem cezayê xwe yê mezin birî.
2018 – Doza Sîstema Androidê (€4.34 Mîlyar): Cezayê herî mezin ê dîrokî hat birîn. Google bi wê yekê hat tawanbarkirin ku pergala xebitandinê ya Androidê bi kar anîye da ku motorên lêgerînê û gerokên xwe (Chrome) li ser cîhazên mobîl ferz bike.
2019 – Doza AdSense (€1.49 Mîlyar): Ji ber astengkirina reklamên reqîban di malperên sêyemîn de bi rêya platforma AdSense, cezayeke din lê hat birîn.
2025-2026 – Şerê AdTech û Qanûna DMA (€2.95 Mîlyar û dozên nû): Brukselê li ser teknolojiyên reklamê (AdTech) û şopandina rêgezên nû yên bazara dîjîtal (DMA) dozên mezin berfireh kirin û şîrket neçar kir ku di hin mijaran de paş ve gav bavêje.
Bi tevahî, heta niha zêdetirî 10 mîlyar euro ceza ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ve li Google hatîye birîn. Ev yek di dîroka cîhana teknolojîyê de şerê herî mezin ê li dijî monopolê ye.



