SerupelNûçeBurnham di dewsa serxwebûnê de federalîzmê pêşnîyazê Skotlandê kir

Burnham di dewsa serxwebûnê de federalîzmê pêşnîyazê Skotlandê kir

Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Andy Burnham daxuyand ku ew li dijî lidarxistina referandumeke nû ya serxwebûnê ya Skotlandê ye. Burnham diyar kir ku çareserî ne veqetîn e, lê belê nûjenkirina sîstema Birîtanyayê ya bi rêya federalîzmê û desentralkirina desthilata Londonê ji bo herêman e.

Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Andy Burnham, daxuyand ku ew li dijî bangên ji bo lidarxistina referandumeke nû ya serxwebûnê li Skotlandê ye. Burnham diyar kir ku daxwazên skotlandiyan ên ji bo biryardarîya  herêmî fam dike, lê belê rêya rast ne veqetîna ji Qraliyeta Yekbûyî ye. Li gorî Burnham, li şûna referandumeke ku welat parçe bike, divê sîstema siyasî ya Brîtanyayê ji nû ve bê birêxistinkirin.

Meseleya serxwebûna Skotlandê ji referanduma sala 2014an vir ve nehatîye çareserkirin. Her çiqas piranîya skotlandiyan di sala 2014an de ji referandumê re gotibin “Na”, piştî biryara Brîtanyayê ya derketina ji Yekîtiya Ewrûpayê (Brexit), alîgirên serxwebûnê daxwaza referanduma duyemîn dikin.

Andy Burnham/Foto: House of Commons, CC BY 3.0

Lêbelê, Andy Burnham balê dikişîne ser modela Federalîzmê. Burnham destnîşan dike ku eger London desthilata xwe bi herêman re parve bike û mafên zêdetir bide Parlamentoya Skotlandê û herêmên din ên Îngilistanê, wê demê hewcedarî bi hilweşandina Qraliyeta Yekbûyî namîne.

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.