SerupelNûçeYE derî vekir: Serxwebûna Katalonyayê dîsa di rojevê de ye

YE derî vekir: Serxwebûna Katalonyayê dîsa di rojevê de ye

Dadgeha Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê (ECJ) biryareke dîrokî da û QanûnaEfûyê ya Katalonyayê ya 2024an pejirand. Vê biryarê ku li dijî daxwazên mixalefeta Îspanyayê ye, nîşan da ku qanûna efûyê li gorî pîvanên hiqûqa Ewrûpayê ye. Ev pêngav ne tenê wekî serkeftineke hiqûqî, lê wekî rûpelek nû ya ku wê tevgera serxwebûna Katalonyayê û çarenûsa lîderê wê Carles Puigdemont ji nû ve têxe rojevê, tê nirxandin.

Dadgeha herî bilind a Yekîtiya Ewrûpayê CJEUyê, di doza ku li seranserê Katalonya û Îspanyayê bi miraq li bende bûn, biryara xwe ya dawî eşkere kir. Dadgehê bi fermî daxuyand ku “Qanûna Efûyê” ya ku li Îspanyayê ji bo çalakger û siyasetmedarên katalan derxistibû, ne li dijî qanûnên YEyê ne.

Ev qanûna ku di sala 2024an de ji aliyê Parlamentoya Îspanyayê ve hatibû pejirandin, ji bo kêmkirina rageşiya siyasî ya di navbera Madrîd û herêma Katalonyayê de gaveke mezin bû. Mixalefeta rastgir a Îspanyayê hewl dabû ku vê efûyê bi riya dadgehên navxweyî û navneteweyî betal bike. Lêbelê, biryara îro ya Ewrûpayê hemû derî li ber hewldanên astengkirina efûyê girtin û piştgiriyeke hiqûqî ya bihêz da hikûmeta Pedro Sanchez û hevkarên wî yên katalan.

Biryara dadgehê bi taybetî diyar dike ku mijarên efûyê di destê dewletên endam de ne û ev pêngav ji bo aştiya civakî û lihevkirinê rewa ye. Tevî ku hinek dozên darayî hîn li pêşiya dadgehên Îspanyayê bin jî, ev encam rê li ber vegera gelek sirgûniyên katalan vedike.

Bêhneke nû ji bo doza serxwebûnê

Ev biryara hiqûqî ji aliyê siyasî ve wekî “vejîna xewna serxwebûnê” li Katalonyayê tê binavkirin. Ji dema referandûma serxwebûnê ya sala 2017an û vir ve, tevgera serxwebûnê di bin zexteke giran a hiqûqî û siyasî ya Madrîdê de mabû. Gelek lîderên tevgerê hatibûn girtin an jî mîna serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont neçar mabûn ku derkevin derveyî welat.

Niha, bi pejirandina vê efûyê re, rûmeta siyasî û qanûnî ya çalakgeran li wan vedigere. Puigdemont, ku salên dirêj e li Belçîkayê li sirgûnê ye, bi vê biryarê re gavek nêzîkî vegera azad a welatê xwe bû. Her çend li pêşiya wî hin astengiyên dadgehên Îspanyayê hebin jî, helwesta bihêz a Ewrûpayê moraleke mezin dide alîgirên serxwebûnê.

Qanûna efûyê êdî nahêle ku serxwebûnxwaz wekî “tawanbar” bêne naskirin. Ev rewş rê dide ku partiyên katalan bi rêyên qanûnî têkoşîna xwe ya ji bo çarenûsa Katalonyayê li ser maseyên dîplomatîk ên navneteweyî bidomînin. Biryara Ewrûpayê, rûpeleke nû ya têkoşîna azadiyê ji bo herêmê vedike ku wê encamên wê di salên pêş de zêdetir derkevin holê.

CJEU tezên Îspanyayê pûç kirin

Yek ji aliyên herî balkêş û kûr ên vê pêvajoyê, biryara her sêzdeh dadgerên CJEU bû. Dadgehê tezên ku digotin “veqetîna herêmekê dê zirarê bide budceya Yekîtiya Ewrûpayê” red kirin.

Li gorî nirxandina dadgehê, kêmkirina dahata neteweyî ya dewletekê ya ji ber veqetîna herêmekê, nabe sedema zirarê li ser budceya giştî ya YEyê. Dadgehê destnîşan kir ku eger herêmekê bibe serbixwe û li derveyî peymanên YEyê bimîne, ev herêm êdî fînansmanê nade YEyê lê di heman demê de ji piştgiriya darayî ya YE’yê jî sûd nagire; loma hevsengî xera nabe.

Ya herî girîng jî, dadgehê li ser vê mijarê tu biryareke otomatîk neda ku herêmeke serbixwe dê mutleq li derveyî Yekîtiya Ewrûpayê bimîne. Ev helwesta dadgehê, li dijî polîtîkaya Madrîdê wekî serkeftineke mezin a hiqûqî ji bo Katalonyayê derdikeve pêş û rêyeke nû li pêş nîqaşên serxwebûnê vedike.

 Gotar di heman rojê de di Infowelat de hatîye weşandin