SerupelNûçeArjantînê di deqeyên dawî de Îngilîstanê têk bir

Arjantînê di deqeyên dawî de Îngilîstanê têk bir

Di nîv-fînala Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026an de ku li bajarê Atlantayê hat lîstin, Arjantîn Îngilîstanê 2-1 têk bir. Îngilîstan di deqeya 55an de bi gola Anthony Gordon ket pêşiyê lê belê zexta Arjantînê ya di deqeyên dawî de encam da. Pêşîyê Enzo Fernandez di deqeya 85an de bi şûteke ji derveyî qadê skor kir 1-1 û paşê Lautaro Martinez di deqeya 90+2yan de gola serkeftinê avêt. Bi vê encamê, Arjantîn derket fînalê û bû reqîbê Îspanyayê.

Cengiz Demirtaş

Di nîv-fînala Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026an de Arjantîn bi golên ku di deqeyên dawî de Îngilîstanê 2-1 têk bir û derket fînalê. Maça ku li bajarê DYA Atlantayê hat lîstin, heta deqeya dawîyê di nava tansîyoneke pir bilind de hat lîstin.

Di nîveka yekem de her du tîman stratejîyeke kontrolkirî meşandin û dem bi dem firsendên xeternak bi dest xistin. Lêbelê ji ber performansa baldar a defansê û serfirazîya golparêzan, di 45 deqeyên nîveka yekemîn de tu gol nehat avêtin.

Îngilîstanê ku di nîveka duyem de bi bandortir dest pê kir, di deqeya 55an de serdestî bi dest xist. Anthony Gordon ku goga Morgan Rogers avêt baş nirxand, ji mesafeya kurt gogê şand keleya Arjantînê û tîma xwe 1-0 xist pêşiyê.

Arjantînê ku piştî golê kontrola lîstikê girt destê xwe, zexta xwe ya li nîveka qada reqîb zêde kir. Di deqeya 85an de a maçê de Enzo Fernandez, bi golekî xweşik ê ku ji derveyî qada cezayê avêt, skorê kir 1-1.

Di xulekên zêdekirî yên lîstikê de Lautaro Martinez derket ser dikê. Lîstikvanê navdar ku di xuleka 90+2yan de pozîsyona di qada cezayê de baş nirxand, gogê şand nava tora keleyê. Bi vê re jî Arjantîn 2-1 di lîstekê bi ser ket û bilêta fînalê bi dest xist.

Piştî vê encamê, Arjantîn wê di fînala Kûpaya Cîhanê de ji bo şampiyoniyê li dijî Îspanyayê têbikoşe. Pêşbirka fînalê ya ku hezkiriyên futbolê bi kelecan li bendê ne, wê şampîyonê nû yê turnûvayê diyar bike.

———————————-

Cengiz Demirtaş, rojnamevanê kurd e ku ji sala 2019an ve di qada ragihandinê de dixebite. Demirtaşê ku li ser endezyarî û radyo-televîzyonê perwerde dîtiye, ji sala 2022an ve kariyera xwe ya rojnamevaniyê li derveyî welat berdewam dike.