SerupelHevpeyvînFerhenga Rastnivîsînê qonaxeke giring a standardkirina kurmancî ye

Ferhenga Rastnivîsînê qonaxeke giring a standardkirina kurmancî ye

"Dema standardek tune be yekî culemêrgî û yekî mereşî dê çawa ji hev fam bikin?" Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê balê dikişîne ser girîngiya kodkirina zimanî û eşkere dike ku wan di Ferhenga Rastnivîsînê de çawa bêyî ku dest bidin dewlemendiya sînonîman, formên standard diyar kirine.

Zimanê kurdî, bi taybetî kurmancî, tevî dewlemendiya xwe ya mezin a devokan, ji ber nebûna statûyeke fermî û perwerdehiyê bi pirsgirêka standardkirinê re rû bi rû ye. Weqfa Mezopotamyayê piştî xebateke 8 salan û bi 48 komxebatan “Ferhenga Rastnivîsînê” wekî projeyeke dîjîtal pêşkêş kir. Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê û edîtorê vê xebatê, di vê hevpeyvînê de behsa giringiya zimanê standard, pîvanên hilbijartina peyvan û rêbaza cudakirina varyant û sînonîman dike. Me bî we re pirsên standardkirina kurmancî, pîvanên hilbijartina peyvan û cihê Ferhenga Rastnivîsînê ya di vê pêvajoyê de nîqaş kir.

Weqfa Mezopotamyayê, demek berê Ferhenga Rastnivîsînê çap kir. Tu jî hem kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê yî hem jî yek ji edîtorên vê xebatê bû. Hûn dibêjin ev xebat ji bo standardkirina zimanî giring e. Pêşî dixwazim bipirsim. Gelo çima ziman divê standard bibin?

Di hemû zimanan da axiftin li gor herêman ji hev cuda dibe û di her zimanekî da gelek devok û şêwezar hene. Dema zimanê neteweyekê di warê nivîsîn, perwerde, rojname, kovar û pirtûkan da tê bikaranîn, meseleya zimanê standard derdikeve holê û gelek pirs peyda dibin. Gelo standardkirina zimanî hewce ye yan na? Gelo dê kîjan devok wekî standard bê qebûlkirin? Zimanê standard dê li gor kîjan prensîp û norman ava bibe? Mirov dikare pirsên bi vî rengî hîn jî zêde bike. Helbet rewşa hemû zimanan ne wekî hev e.

Dikarin vê yekê hinekî rave bikin?

Bo nimûne zimanên xwedî statu, dikarin bi rêya perwerdeyê û dezgehan karê standardkirinê hêsantir bikin. Yanî di eslê xwe da standardkirin karê dewletan e. Eger em bên ser rewşa kurmancî û rewşa standardkirina wê, em dikarin bibêjin di gel ku statuyeka wê tune ye jî, kêm zêde hinek qayde ji bo zimanê nivîsînê peyda bûne. Lê ji ber ku heta salên dawîn jî xwendin û nivîsîna kurdî li xwendingehan perwerde pê nebûye, em nikarin behsa standardbûneka xurt bikin.

Komxebateke ji bo amadekirina Ferhenga Rastnivîsê/Foto: Weqfa Mezopotamyayê

Gelo ji bo zimanek standard bibe çi xebat divê bê kirin?

Em dizanin ku ji bo zimanek standard bibe sê xebatên esasî lazim in ew jî alfabeyeka standard, rêzimaneka standard û ferhengeka standard in. Evana çima giring in? Ji ber ku di kurmancîyê da gelek devok hene û li gor herêman cudahî di navbera wan da hene. Hem ji alîyê fonolojî hem rêzimanî hem jî ferhengî ve hin cudahî hene. Îcar ku zimanekî standard tune be, famkirina ji hev, ya mirovên ji herêm û devokên cuda zehmet dibe. Eger standardeka zimanî tune be û televîzyon, radyo, rojname, kovar, weşanxane û hwd her yek li gor xwe zimanekî bi kar bîne, dê alozî derkevin û standardeka zimanî çênebe. Dema ku standardek tune be yekî culemêrgî û yekî mereşî dê çawa ji hev fam bikin? Yan jî yekî qersî û yekî rihayî dê çawa ji hev fam bikin? Ji ber vê yekê em giringîya standardkirinê bêhtir fam dikin. Eger standardek tune be famkirina ji hev zehmet dibe. Amadekirina ferhengeka rastnivîsînê ango standard jî di çarçoveya kodkirinê da, karekî bingehîn e. Çêkirina ferhengeka standard bi rêya hilbijartina formeka ji nav varyantên wê bêjeyê pêk tê. Di kurdîya kurmancî da jî wekî gelek ziman û dîyalektên zimanên din, gelek varyantên bêjeyan hene.

We di vê xebata xwe da li gor çi biryara bêjeyên standard dane gelo?

Ji bo amadekirina ferhengeka standard ji nav varyantên bêjeyekê hilbijartina formekê, karekî hem giring hem jî hesas e. Loma divê prensîpên sereke yên morfolojîk û semantîk bên dîyarkirin ku hilbijartina formên bêjeyan ên standard xwe bispêrin wan prensîpan.

Mesela berbelavîya bêjeyekê ji bo me prensîpeka giring bû. Gelek giring e ku mirov bizane ka bêjeyek di korpusa meydanî û nivîskî da çiqas berbelav e. Ya rast ew e ku ji nav varyantên bêjeyan, ya herî berbelav li ber çavan bê girtin û wekî meyl ew form bê hilbijartin. Bo nimûne bêjeya “kes”ê (şexs) gelekî berbelavtir e ji varyanta “kis”ê û divê di biryardanê da ev rewş li ber çavan bê girtin. Ji bo ku forma berbelav bê tesbîtkirin, divê bikaranîna di devokên cuda da li ber çavan bê girtin. Hebûna ji deverên cuda ya endamên Komxebata Kurmancîyê, ji bo vê yekê derfeteka baş e.

Ferhenga Rastnivîsînê ya çapkirî

Dîsa hevparbûna bêjeyan di nav dîyalektên kurdî da prensîpeka giring bû. Di karê biryardana varyantên bêjeyan da divê hesabê bêjeyên hevpar jî bê kirin. Bi vî awayî ev hilbijartin dê ji bo hemû axiverên kurdî bêhtir nasyar be. Loma me dîyalektên wekî kirmanckî (zazakî) û soranî jî li ber çavan girtine.

Herweha formên kurdîbûyî yên peyvên bîyanî û jêdeynkirî ji bo giring bû. Wekî em dizanin gelek tesîrên zimanên derdorê û bîyanî yên wekî tirkî, erebî, fransizî, îngilîzî li ser kurdî hene û gelek bêje hatine deynkirin. Bi taybetî ji bo bêjeyên ku nû ketine kurdî, giring e ku mirov forma zimanên jêdeynkirî jî li ber çavan bigire. Bo nimûne gelek kurmanc ji bo “doktor”ê formên wekî “doktor, textor, diktor, dixtor, doqtor, doxtir, duxtor, dûxtûr, textor, tixtor, tixtûr”ê bi kar tînin. Lê forma herî zêde nêzîkî zimanê jêdeynkirî “doktor” e û me jî ew li ber çavan girtîye. Wekî nimûneyeka din bêjeya “fehm” ji erebî hatîye deynkirin lê di kurdî da varyantên wê yên wekî “fam, fahm, fehim, fehm, fem, fêhim, fêhm, fêm, fihm” jî hene. Forma “fehm” nêzîktirî etîmona xwe ya zimanê jêdeynkirî ye, lê mirov dikare formên kurdî “fam” yan “fêm”ê ku berbelav in, li ber çavan bigire. Ji ber wê me jî “fam” hilbijartîye.

Gelo we peyvên varyant û yên sînonîm çawa ji hev cuda kirine?

Aplîkasyona telefonên destan a Ferhenga Rastnivîsînê

Prensîpa me ya bingehîn jî ew bû ku me di nav varyantên bêjeyan da hilbijartin kirine lê di nav sînonîman da nekirîye û hemû sînonîm di nav xwe da kirine kom. Bo nimûne ji bo bêjeya “poz”ê (nose) hevmanayên wekî “bêvil, kepû, difin”ê hene. Hebûna hevmanayên bêjeyan dewlemendîya zimanî ye û divê mirov wan biparêze û ji nav wan yekê hilnebijêre. Çênabe ku mirov bibêje em dê ji bo zimanê standard “poz”ê hilbijêrin û bi kar bînin lê “bêvil”, “kepû” û “difin”ê hilnebijêrin û bi kar neyînin. Lê eger varyantên wan hebin mirov dikare ji nav varyantên wan yekê hilbijêre. Bo nimûne bêjeya “kepû”yê xwedî varyantên wekî “kep”, “kepî”yê ye û mirov dikare ji nav van forman yeka berbelav hilbijêre.

Berî ku em hevpeyvînê bi dawî bikin, ji me re qala vê projeyê bikin. Ferhenga Rastnivîsînê çawa hate amadekirin û niha xwendevan çawa dikarin jê sûd werbigirin?

Me di sala 2018an da dest bi vê xebata ferhengê kir û 48 komxebat ji bo wê li dar xistin. Piştî vê prosesasa dirêj me bi awayê onlayn jî ferheng amade kir û di gulana îsal da pêşkêşî bikaranîna gel kir. Di vê ferhengê da zêdetirî deh hezar bêjeyên kurmancî hatine standartkirin. Varyantên peyvan tev li forma wan ya standard di ferhengê da dikare bê dîtin. Navnîşana ferhenga me www.ferhengkurdi.com e.