Dadgeha Edaletê ya Yekitiya Ewrûpayê (CJEU) a li Luxemburgê îhtiraza Googleê ya li dijî cezayê antitrust (dij-monopol) red kir. Bi vê biryarê re, Google neçar e ku ji ber binpêkirina qaîdeyên pêşbaziyê cezayê bi qasî 4,125 milyar euro bide.
Komîsyona Ewrûpayê di sala 2018an de ev ceza birîbû û Googleê bi neçarkirina hilberînerên telefonan a ji bo sazkirina “Google Search” û “Chrome”ê tawanbar kiribû. Her çend Google îtiraz kiribe û diyar kiribe ku ev ceza rê li ber nûbûnê digire jî, dadgehê biryara dawî da û cezayê rekor ê di dîroka YE’yê de pesend kir.
Doza bingehîn li ser vê yekê bû ku Google hilberînerên telefonan neçar dikir ku motorên lêgerînê û gerokên Googleê wekî bernameyên sereke (pre-installed) bixin nav telefonan. YEyê ev wekî astengkirina reqabeta di navbera şîrketan de nirxand.
Google îdîa kir ku ev doz bêbingeh e û bikarhênerên Androidê di daxistina applikasyonên din de azad in. Şîrketê herweha YEyê tawanbar kir ku çavên xwe ji heman pratîka ku Apple dike, digire.
8 Milyar euro cezayên din
Ev doza Androidê tenê beşek ji pirsgirêkên hiqûqî yên Google ên li Ewrûpayê ye. Di navbera salên 2017 û 2019an de, YEyê ji ber binpêkirinên cuda zêdetirî 8 milyar euro ceza li vê şîrketê birîbû ku di nav wan de cezayê 2,95 milyar euro yê meha îlona 2025’an a ji bo xizmetên reklamê jî heye.



