Xalên Giring ên rapora CSISê
Windahiyên Rûsyayê: Hejmara kuştî û birîndarên Rûsyayê gihîşt 1.4 milyon kesî; nêzîkî %1ê nifûsa welat.
Kêmbûna Leşkeran: Rûsya mehane nêzîkî 27 hezar leşkeran dişîne şer, lê windahiyên wê yên mehane 34 hezar kesî derbas dike.
Windahiyên Ukraynayê: Ji destpêka şer û vir ve, di navbera 525,000 û 625,000 leşkerên Ukraynayî de hatine kuştin, birîndarkirin an jî windabûn.
Rêjeya 8:1: Di sala 2026an de, ji bo her leşkerê Ukraynayî yê hat kuştin, 8 leşkerên rûs hatin kuştin an birîndarkirin.
Paşvekişîn: Erazî: Di bihara 2026an de, Rûsyayê 400 kîlometre çargoşe erd winda kir.
Rapora CSISê ya hezîrana 2026an nîşan dide ku her ku diçe berdêlên şer ji bo Moskowê girantir dibe. Ji destpêka şerê sibata 2022an û vir ve, zêdetirî 450 hezar leşkerên Rûs hatine kuştin. Ev mîqdar çar qat zêdetirî hemû windahiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên di hemû şerên piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ye.
Ya herî girîng jî, Rûsya êdî nikare cihê leşkerên xwe yên windakirî tije bike. Her meh nêzîkî 34 hezar leşker di şer de têk kuştin an birîndarkirin lê tenê 27 hezar kesên nû tevlî artêşê dibin. Ev valahî, herî zêde li herêmên xizan û di nav kêmneteweyên etnîkî de dibe sedema karesatên civakî.
Her çend artêşa Ukraynayê bi serdestiya xwe ya teknolojîk windahiyên Rûsyayê gihandibe asteke rekorê jî, berdêla ku gel û artêşa Ukraynayê dide dîsa jî pir giran e. Rapora CSISê nîşan dide, rûyê tarî yê şer ji bo aliyê Ukraynayê jî eşkere dike ku ji destpêka şer û vir ve, di navbera 525,000 û 625,000 leşkerên Ukraynayî hatine kuştin, birîndarkirin an jî windabûn e.
Dron û guherîna şer
Sedema herî mezin a zêdebûna windahiyên Rûsyayê, serdestiya teknolojîk a Ukraynayê ye. Ukrayna bi alîkariya dronên bi Hişê Çêkirî (AI) şerekî dijwar ê asmanî dimeşîne. Ji ber vê yekê, rêjeya windahiyan ku berê 2:1 an 3:1 bû, di sala 2026an de gihîşt asteke xetere ya wekî 8:1 li dijî Rûsyayê.
Ukrayna ne tenê li eniyê, lê belê li kûrahiya axa Rûsyayê jî derbên giran li binesaziya enerjiyê û parzûngehên petrolê dixe. Vê stratejiyê xetên lojîstîkî yên Rûsyayû serûbin kirine.
Rojane 50-90 mêtro pêş ve diçin
Ji aliyê erd ve, êrîşên bejayî yên Rûsyayê bi tevahî asê bûn e. Li herêmên wekî Pokrovsk û Sloviansk, leşkerên sûs rojane tenê di navbera 50 û 90 metreyan de dikarin pêş bikevin. Ev lez, di dîroka şerên sedsala dawî de wekî pêşveçûna herî hêdî tê qebûlkirin. Digel vê yekê, di mehên nîsan û gulanê de artêşa rûs 400 kîlometre çargoşe zêdetir ax winda kirîyr ku ev yek ji febaxa 2024an û vir ve paşvekişîna wan a yekem a fermî ye.
Herçend Moskow hîn jî bi moşekên balîstîk dikare êrişî binesaziya sivîl a Ukraynayê bikişîne û sîstemên parastina asmanî ya Ukraynayê bixetimîne jî, daneyên dawî nîşan didin ku makîneya şer a Putîn ber bi xitimîneke mezin ve diçe.



