Hong Kong, ku di sala 1841an de di dema Şerê Afyonê yê Yekemîn de ketibû bin destê Brîtanyayê, bi salan wekî kolonîyeke giring a vê dewletê bû. Di 1ê tîrmeha 1997’an de, Brîtanya bi peymanekê Hong Kongê piştî 156 salan dewrî Komara Gel a Çînê kir. Li gorî peymanê Çîn divê hurmetê ji hiqûqa herêmî re kiriba û otonomîya Hong Kongê parastibana.
Lêbelê, di salên dawî de, bi taybetî piştî protestoyên mezin ên salên 2019-2020an, Partîya Komunîst a Çînê zextên xwe yên li ser Hong Kongê zêde kirin. Bi derxistina “Qanûna Ewlekariya Neteweyî” di sala 2020an de û guhertinên di sîstema hilbijartinê de xweserîya Hong Kongê ya ku di peymanan de hatibû mîsogarkirin, êdî daket asteke sembolîk.
Her çend Hong Kong ji aliyê rûberê ve herêmeke piçûk be jî (nêzîkî 1,110 kîlometre çargoşe), navendeke giring a aborîyê ye. Di sala 1997’an de nifûsa wêli derdora 6.5 mîlyon kes bû, û îro ev hejmar gihiştîye ser 7.4 mîlyonî.
Ji bo Çînê, Hong Kong wekî “derîyekî zêrîn” ê ber bi aborîya cîhanê ve tê qebûlkirin. Taybetmendîya herî mezin a herêmê, sîstema wê ya aborî ya azad e. Hin daneyên derbarê aborîya wê de wiha ne
Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (GDP): Di sala radestkirinê (1997) de, Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya Hong Kongê li derdora 177 mîlyar dolar bû. Îro ev, derbasî ser 450 mîlyar dolare. Ev mezinbûn nîşan dide ku herêm tevî hemû krîzên siyasî jî wekî navendeke fînansê ya herî bihêz maye.
Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê kesekî/ê (GDP per capita): Hêza aborî ya welatiyên Hong Kongê pir bilind e. Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê kesekî/ê derdora li derdora 84,000 dolarî ye ku ev rêje ji ya gelek welatên pêşketî yên Ewrûpayê û ji ya herêmên din ên Çînê zêdetir e.
Yek Welat, Du Sîstem
Çînê serweriya xwe ya li ser Hong Kongê bi pergala “Yek Welat, du sîstem” formûle dike. Ev pênase di destpêka salên 1980an de ji aliyê serokê Çînê Deng Xiaoping ve, bi armanca yekitiya Taywan, Hong Kong û Macauyê ya bi Çînê re hat formûlekirin.

Wî bi vê fikra xwe dixwest nîşan bide ku bi tenê yek welatek (Çîn) û hin herêmên xwedî statuyên cuda (Taywan, Hong Kong û Macau) hene. Di çarçoveya vê de, bi şertê ku serweriya Çînê nas bikin, ev her sê herêm sîstemên xwe yên hiqûqî, aborî û heta hin têkiliyên xwe yên bi derve re dikarin dom dikin. Herçend ev model ji bo Hong Kongê ji bo 50 salan hatibû plankirin jî, midaxaleyên Çînê vê sîstemê bêwate kir.
Di heman rojê de di Infowelat de hatîye weşandin.



