Xalên Giring
- Hejmara kesên ji kar tên derxistin: Volkswagen plan dike ku hejmara derxistina karkeran bike du qat û li derdora 100.000 kesan ji kar derxîne (berê ev plan ji bo 50.000 kesan bû).
- Hejmara Fabrîkeyên ku wê bên girtin: Di dema navîn de 4 fabrîkeyên mezin li Almanyayê tên girtin. Ev fabrîkeyên VWyê yên li Hannover, Zwickau, Emden û fabrîkeya Audiyê ya li Neckarsulmê ne.
- Kêmkirina mesrefê: CEO Oliver Blume dixwaze bi van gavan heta dawiya vê dehsalê (2030) mesrefên şîrketê bi qasî 11 milyar euro kêm bike.
- Girtinên Berê: VW di kanûna pêşîn a 2025an de fabrîkeya xwe ya li Dresdenê û di sibata 2025an de jî kargeha Audi Brussels (Belçîkayê) ku 3.000 kes lê dixebitîn, girtibû.
Şîrketa otomobîlan a li Almanyayê Volkswagen di nava guhertin û krîzeke kûr re derbas dibe. Li gorî nûçeyên di kovarên aborî de hatine weşandin, rêveberiya şîrketê biryarên nû û giran girtine. Şîrketa ku di adarê de gotibû ew ê 50 hezar karî betal bike, niha vê hejmarê derxistîye 100 hezarî.
Rêveberê Giştî (CEO) Oliver Blume, ev plana nû pêşkêşî lijneya rêveberiyê kirîye. Armanca sereke ya vê planê ew e ku mesref 11 milyar euro bê kêmkirin. Di nava vê planê de girtina sê fabrîkeyên VW yên li Hannover, Zwickau û Emdenê û kargeheke Audi ya li Neckarsulmê heye.
Lêbelê ev biryar dibe sedema hêrsbûna karker û sendîkayan. Sendîkaya bihêz a Almanyayê IG Metall û nûnerên karkeran vê daxuyanîya hevpar dan: “Eger planên bi vî rengî bêne ferzkirin, em ê bi hemû hêza xwe li dijî wan derkevin.”

Krîza sektora otomobîlan li Ewrûpayê
Krîza Volkswagenê ne tenê problemeke navxweyî ye lê nîşaneya krîza kûr a sektora otomobîlan a li seranserî Ewrûpayê ye. Hilberînerên ewrûpî di salên dawî de bi pêşbazîya Çînê, kêmbûna firotinê û zêdebûna buhayê hilberînê re rû bi rû ne.
Markayên Çînî (wekî BYD) di warê otomobîlên elektrîkî de bi teknolojiyeke bilindtir û bi bihayên pir erzantir bazara cîhanî û ya Ewrûpayê dagir dikin. Li alîyekî din, piştî şewba Coronayê û ji ber krîza aborîyê, daxwaza ji bo otomobîlên nû (bi taybetî li bazara Çîn û Ewrûpayê) gelekî kêm bûye.
Sebeba dawî ya krîzê jî bi zêdebûna malîyetan re eleqeder e. Li Almanyayê mesrefên enerjiyê û karkeriyê pir bilind in. VW ji ber vê yekê kapasîteya xwe ya hilberînê ya salane jixwe ji 12 milyon wesayîtan daxistiye 9 milyonî. Ev krîz nîşan dide ku şîrketên ewrûpî dereng mane derbasî serdema nû ya otomobîlên elektrîkî bibin.



