SerupelNûçeUkrayna derbên giran li binesazîya enerjîyê ya Rûsyayê xist

Ukrayna derbên giran li binesazîya enerjîyê ya Rûsyayê xist

Ukraynayê di nava 4 rojên dawî de êrişên tund û bênavber a dronan li bir ser binesazîya enerjîyê ya Rûsyayê. Ev pêla êrişan hilberîna petrolê ya li çend deveran sekinand bû sedema krîzeke sotemenîyê. Bi vê gava stratejîk, Kyivê şer bir nava dilê Rûsyayê.

Daneyên sereke

  • Zêdetirî 600 dron: Di çarçoveya êrişên dawî de Ukraynayê di şeva 26ê Hezîranê de zêdetirî 660 dronan êriş bir ser 12 herêmên Rûsyayê.
  • Parzûngehên petrolê Di encama êrişên 4 rojên dawî de, parzûngehên mezin ên wekî Slavyansk-na-Kubani (ku salane 4 mîlyon ton petrola xav hildiberîne ) û Nizhegorodorgsintez hatin lêdan û hilberîna wan rawestîya.
  • Krîza sotemenîyê û sînorên kirînê: Ji ber zirarên giran, li herêmên dûr ên wekî Omsk û Irkutsk a Sîbîryayê kirîna benzînê ji bo sivîlan hat sînordarkirin (herî zêde 40-50 lître di rojekê de).
  • Seferên hewayî hatin rawestandin: Êrişên li ser Parzûngeha Petrolê ya Moskowê de bû sedema girtina demkî ya 4 balafirgehên sereke yên paytextê û betalkirina zêdetirî 170 geştên esmanî.

Kampanyaya êrişên 4 rojî ya artêşa Ukraynayê ya bi dronan, derbên kujer li binesazîya aborî û pîşesazîya leşkerî ya Rûsyayê dan. Ev operasyona herêmên ji sînorê Ukraynayê heta navenda Rûsyayê û herêma Krasnodara li başûr girt nava xwe, bi armanca sînordarkirina çavkanîyên fînansekirina şer a Moskowê hat meşandin. Di encama van derbên li pey hev de, zirarên mezin gihîştin tora enerjîyê û tora parzûnkirina petrola xav.

Li herêma Krasnodarê, parzûngeha Slavyansk-na-Kubani ya ku yek ji navendên herî giring ên hinardekirina petrolê ye şewat derket hilberîn bi tevahî rawestîya. Herwiha, xetên parzûnkirinê yên li nêzîkî paytext Moskowê û herêma Yaroslavlê ku bi sedan kîlometreyan ji enîya şer dûr in, bûn hedefa dronan û tora elektrîkê ya pîşesazîyê li van herêman hilweşîya.

Krîza enerjîyê

Ji ber kêmbûna sotemenîyê, li nîvgirava Kirimê firotina benzînê ji bo sivîlan bi tevahî hat qedexekirin. Krîz tenê bi herêmên nêzîkî sînor re sînordar nema; li parêzgehên wekî Irkutsk û Tomskê yên li Sîbîryayê ku bi hezaran kîlometreyan ji enîyê dûr in, sîstema kirîna bisînor a petrolê dest pê kir ku welatî nikarin ji 50 lîtreyan zêdetir benzînê bikirin.

Li alîyekî din, ji ber xetereya dronan, gelek balafirgehên navneteweyî û herêmî yên li rojava û başûrê Rûsyayê hatin girtin ku vê yekê veguhastina leşkerî û sivîl asteng kir. Ev zexta 4 rojî ya Ukraynayê, hikûmeta Rûsyayê neçar kir ku peymanên hinardekirina enerjîyê betal bike da ku bikaribe pêdivîyên navxweyî û yên artêşê peyda bike.

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.