SerupelKurdistanJi Agiriyê heta irojê: Têkoşîna Kurdan a manê û naskirinê dewam dike

Ji Agiriyê heta irojê: Têkoşîna Kurdan a manê û naskirinê dewam dike

Serhildana Agiriyê ya ku di Tirkî de wekî Ağrı İsyanı tê pênasekirin, serhildaneke mezin a ku Kurdan di sala 1930’î de li dij Komara Tirkiyê da destpêkirin bû. Serhildana ku navenda wê bajarê Agiriyê û herêmên çiyayî yên li derdora Çiyayê Agiriyê, ya ku komên eşîran û rêxistina netewparêz a Xoybûnê jî piştevanî dan, di bin rêveberiya qumandarê Kurd Îhsan Nûrî de pêk hat.

Serhildanê di salên ewil ên Komara Tirkiyê, wê dema  ku zordariya li ser nasname, xweserî û rêxistinîbûna siyasî ya Kurdan zêde bû, pêk hat. Berxwedana eşîrî ya ku Îbrahîm Heskî sala 1926’an rêbertiya wê kiribû, ji xwe di navbera civakên Kurd û Anqereyê de rageşî mezin kiribû. Piştî ku hêzênên Tirkan li Agirî, Wan, Bedlîs û herêmên derdora wan ji bo mewziyên serhildêran ji holê rakin bi berfirehî tevgera leşkerî dabûn destpêkirin, pevçûn di sala 1930’î de giran bûn.

Şervanên Kurdan li seranserê rojhilatê Anatoliyê li ber xwe dan, li der dora Çiyayê Tendurekê, Erdîş, Îdîr û Wanê pevçûnan rû dan. Bes, xurtbûna leşkerî ya Tirkan – bi taybetî jî bikaranîna balafir û bombebarana heway – peyderpey mêzêna pevçûnan guhert. Li gorî qalkirinên derketine holê û bîranên Îhsan Nûrî yên paşiyê, bombebaranên li ser hev gundên herêmê kiribûn wêran û şervanên Kurdan mecbûr mabûn derkevin ser deverên bilind ên li der dora Çiyayê Agirî.

Nexşeya herêmên ku şervanên Kurd di destpêka serhildanê de xistine dest /Wêne: Sara Distribution

Qetlîama Geliyê Zîlanê

Di merhaleya dawîn a tevgerê de, buyerên ku wekî Qetlîama Geliyê Zîlanê tê bibîranîn, di navbera 12 û 13’yê Tîrmeha 1930’î de, li Geliyê Zîlanê herêmên nêzî Wan û Agiriyê pêk hatin.

Operasyonên leşkerî yên Tirkan gundên ku bawer dikirin piştevaniyê didin serhildanê xistin hedefa xwe. Di nûçeyên wê demê yên rojnameya Tirkan a Cumhuriyetê de, hat ragihandin ku li der dora Çiyayê Agiriyê bombebarana giran tê kirin û li nava geliyê wendahiyên mezin pêk hatine. Di nûçeyeke ku di 16’yê Tîrmeha 1930’î de hatiye weşandin de, gotina “Geliyê Zîlanê tije cesedên mirovan bûye” hat kirin.

Di nûçeyên dîplomatîk ên Îngilîzan de paşê hat gotin ku operasyon tevî li dij hejmareke kêm a serhildêrên çekdar, li dij gelek sivîl û kesên ne-şervan jî hatiye pêkanîn. Texmînên kuştiyan her çiqasî ji hev cuda dibin jî, qeydên dîrokî yên Kurdan û hin çavkaniyên zemanê me, van qetlîaman wekî buyerên herî kuştar ên operasyonê pênase dikin.

Buyerên li Zîlanê paşê ket bin kûrahiya hişê hevpar ê Kurdan. Nivîskarê Kurd Yaşar Kemal di hevpeyvîn û berhemên xwe yên edebî de behsa trawmaya buyeran dike, tevî vê yekê, dehên salan paşê Selahattin Demirtaş û endamên din ên parlemenê ji bo lêpirsîneke fermî li ser qetlîamê bê kirin bang kirin.

Di Îlona 1930’î de, serhildan bi zora leşkerî têk hat birin. Hêzên Tirkan kontrola li ser herêmê ji nû ve xistibûn dest û di 1932’yan de Tirkiye û Îranê peymaneke sînor a ku li der dora Çiyayê Agiriyê kontrola Tirkiyê garantî dike û pêşiya şervanên Kurdan digire ku sînoran derbas nekin, îmze kirin.

Îrojê, serhildana Agiriyê û buyerên Geliyê Zîlanê di hişmendiya dîrokî ya Kurdan de hîna jî zindîbûna xwe dewam dike, nîqaşa li ser berxwedana li herêmê, hişmendî, nasname û şîdeta dewletê ya ku hîna jî bi encam nebûye temsîl dike.

To read this article in English please click on this link