SerupelNûçe8ê gulana 1945an: Roja Serkeftina li Ewrûpayê

8ê gulana 1945an: Roja Serkeftina li Ewrûpayê

Di 8ê gulana 1945an de Wehrmact (Artêşa Almanyayê) teslîm bû û Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Ewrûpayê bi dawî bû. Di şer de li derdora 60 milyon kes jîyana xwe ji dest dan. 

8ê gulanê roja salvegera bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Ewrûpayê ye. Di 8ê gulana 1945an de Wehrmact (Artêşa Almanyayê) teslîm bû. Loma jî vê rojê wekî “Roja Serkeftina li Ewrûpayê” tê qebûlkirin.

Berîya vê rojê, artêşên faşîst ên alman û îtalyan li hemû enîyan hatin têk birin. Artêşa Sor a Yekitîya Sovyetê paytext Berlînê ku navenda nazîyan bû, dagir kir.  Amerîka û Brîtanya ji bakurê Fransayê ajotin ser Almanyayê û hemû rojavayê welêt dagir kirin. Heman tifaqa di bin pêşengîya Amerîkayê de, di 1943an de Îtalyaya faşîst têk bir. Mussolînîyê ku lîderê Îtalyayê bû, di 28ê nîsana 1945an de ji alîyê partîzanên îtalî ve hat kuştin. Herçî lîderê Almanyayê Adolf Hîtler bû, wî ji kerba bêçaretîyê di 30ê gulanê de xwe kuşt.

Şerê Cîhanê yê Duyemîn di 1ê îlona 1939an de bi êrişa Almanyayê a bi ser Polonyayê ve dest pê kir. Almanya di çend salên ewil de ji peravên Atlantîkê heta ber derîyên Moskowê hema hema hemû Ewrûpayê dagir kir. Lêbelê berxwedana Sovyetê û Brîtanyayê û tevlîbûna şer a Amerîkayê dawîya dawî bû sebeba têkçûna Almanyayê.

Encamên Şerê Cîhanê yê Duyemîn

Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi windahîyên giran ên însanî û materyalî derbasî dîrokê bû. Li derdora 60 milyon kes jîyana xwe ji dest dan ku 6 milyon ji wan cîhû bûn. Bi sedan bajar tevlî bi dehezaran wargehên din hatin hilweşandin. Bi dehan milyon mirov terka cîûwarên xwe kirin û dan ser rêyên penaberîyê.

Sîstema komunîst û ya lîberal

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Ewrûpayê di navbera du sîstemên mezin de hat parvekirin. Welatên li rojhilatê Ewrûpayê ketin bin kontrola rejîma komunîst a Moskowê. Amerîka û welatên li rojava û başûrê Ewrûpayê pergala lîberal ava kirin. Demokrasîyên lîberal di bin banê tifaqa leşkerî NATOyê de kom bûn. Sovyetê jî bi Pakta Warşovayê tifaqeke leşkerî ava kir. Bi destpêka salên 1950an di navbera her du bloqên mezin de Şerê Sar dest pê kir. Parçebûna Ewrûpayê heta hilweşîna bloqa komunîst a di bin kontrola Sovyetê de ya di 1989an de, berdewam kir.

 

 

 

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.