Amerîka zextên li ser hikûmeta Iraqê dewam dike. Çapemeniya Amerîkayê ragihand, hikûmeta Trump careke din destûr nedaye balafira kargoyê ya bahrê 500 milyon dolaran biçe Bexdayê û tevî vê yekê, bernameyên hevkariya ewlekariyê yên bi artêşa Iraqê re dida meşandin jî daye sekinandin.
Washington pereyên Iraqê wekî amûra zextan bi kar tîne, ji Bexdayê dixwaze bila komên çekdar ên ku Îran piştevaniya wan dike ji hev belav bike.
Amerîkayê dema destpêka şerê Amerîka/Îsraîl û Îranê careke din vê sevkiyatê dabû sekinandin.

Kiryara Washingtonê Bexdayê dixe zorê
Kiryara Washingtonê tê payîn ku ji ber sedema êrîşên dawîn ên li ser tesîsên Amerîkayê hatine kirin, pêk hatiye.
Banqeya Navendî ya Iraqê tevî ku heta niha li ser mijarê tu daxuyanî nedaye jî, kiryara Washingtonê Bexdayê dixe zorê.

Washington devê kaniyê digire
Lewre tê zanîn, tekane çavkaniya pereyan a Iraqê dahata petrolê ye. Piştî dagirkirina Amerîkayê ya sala 2003’yan hin mekanîzmayên navneteweyî hatibûn sazkirin. Li gorî van mekanîzmayan hemû dahata petrolê ya bi milyaran dolaran, 20 sal in di Hesabê Iraqê yê li Rezerva Federal a li New Yorkê tê girtin.
Hikûmeta Iraqê ji bo meaşên xebatkaran bide, pêdiviya piyaseya navxweyî temîn bike û kirîn û firotina derve pêk bîne pêdiviyê bi dolarên fizîkî dibîne. Ji ber vê hincetê, Iraq hersal ji hesabê Fedê pereyan dikişîne. Bes ji bo pere bê şandin lazim e ji aliyê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ve bê pesendkirin. Piştî pesendkirinê, bi balafiran dolar tên şandinî Iraqê.
Pere her çiqasî yê Iraqê ye jî, qase di destê Amerîkayê de ye. Dema vî pereyî neçe Iraqê, hikûmet ne kare meaşan bide û ne jî tiştekî din bike. Lewma jî Amerîka vê qoza kontrol û tedbîran heta niha di destê xwe de digire.

