Amedspora ku îsal derket Super Lîgê, serkeftina xwe li Amedê pîroz kir. Ji Amedê, bajarên derdorê bi sedhezaran kes tevlî pîrozbahîyê bûn. Bernameya pîrozbahîyê di 10ê gulanê de li Qada Newrozê ya Amedê hat lidarxistin.
Pîrozbahî bi performansa Dj Ramazan Karakaş dest pê kir û paşê bi sedhezaran alîgirên tîmê govend gerandin. Bername Pîrozbahî bi konsera Beser Şahîn berdewam kir.
Serokê Amedsporê Nahît Eren piştî konserê axaftinekê kir. Eren got “Ziman û nasnameya Amedsporê li aliyê aştî, xwişk-biratî, azadî û wekheviyê ye. Me bi hev re bi ser xist, me mezin qezenc kir.” Piştre Cîgira Serokê Amedsporê Şeyda Arslantaş axivî. Arslantaş got, “Amedspor klûbeke yekser e, klûbeke ku li dijî her cure cudakarî ye.”
Piştî axaftinan, tîma teknîkî û futbolvan derketin ser dikê û bi coşeke mezin kupa rakirin. Di dema rakirina kupayê de fîşekên hewayî hatin teqandin û meşale hatin vêxistin.
Pîrozbahî bi stranên Koma Agirê Jiyan û hunermend Bajar heta derengê şevê berdewam kir.


