SerupelKurdistanLi Giyadînê “weaza bi Kurdî” hat qedexekirin

Li Giyadînê “weaza bi Kurdî” hat qedexekirin

Miftîtiya Navçeya Giyadînê peyamek ji meleyan re şand ku bila ji xeynî Tirkî bi tu zimanan xizmetê nedin gel. Meleyan bertek nîşanî qedexeya Miftîtiyê dan. Dibêjin, temamê cimetên wan Kurd in, lewma jî ji bo xweştir bê fêmkirin ew bi Kurdî weazan didin.

Miftîtiya Navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji ser koma Whatsappê peyameke qedexekirina zimanê Kurdî şand ji meleyên herêmê re. Miftîtiyê ji meleyan re got bila ji xeynî Tirkî bi zimanekî din xizmetê nedin gel.

Di domahîka peyamê de weha tê gotin:

“Çi dibe bila bibe, lazim e xutbe bi Tirkî werin dayîn. Li mizgeftên li navenda navçeyê, weaz bi Tirkî bên kirin. Li gundan jî, eger di nava kesên tên li weazan gundarî dikin de, tenê kesek jî bi Kurdî nizanibe hebe “ser meselê hîndekar û hwd., divê li wan deran jî weaz bi Tirkî bên dayîn.”

Meleyan bertek nîşanî vê biryara miftîtiyê dan. Hin meleyên nexwestin navên xwe bidin zextên li ser xwe weha anîn ziman:

“Em dixwazin bi zimanê gel ê ku Kurdî ye weazan bidin. Bes Miftîtî destûrê nade vê daxwaza me. Hema hema temamê gel Kurd in û weazên bi Tirkî tên dayîn fêm nakin. Dema ji bo gel fêm bikin em bi Kurdî weazan didin, Miftîtî zextan li me dike û dibêje tenê hûn dikarin bi Tirkî weazan bidin.”

Bikaranîna ziman yek jî mafên bingehîn ên mirovan e. Her mirov divê karibe xwe bi zimanê xwe îfade bike.

Di qanûnan de tunene, bes kêfa rayedaran weha dixwaze

Li Tirkiyê axaftina Kurdî her çiqasî serbest e jî, qedexeyên kêfî yên li ser bikaranîna zimanê Kurdî di demên dawîn de gelek caran tên rojevê. Van qedexeyan tevî ku di qanûnan de tunene jî, bi biryarên îdarî yan jî bi înîsiyatîfa rayedarên dewletê ve têne pêkanîn.

Ser meselê, lîstikên şanoyê yên bi Kurdî û çalakiyên çandinî pirê caran ji ajiyê walîtî yan jî qeymeqaman ve, bi hincetên ku “pergala raya giştî xera dike”, “xetereyê li ser ewlekariyê çê dike” an jî “zimanekî nayê fêmkirin” ve têne qedexekirin.  Herweha, konsêrên bi Kurdî jî bi heman hincetan ve tên qedexekirin.

Heman kêfîbûn li girtîgehan û qadên raya giştî jî dewam dikin.

Name û pirtûkên girtiyan bi hinceta ku “xetere” ye nayên dayîn. Ji bo bi zimanê Kurdî neaxivin zext li girtiyan tên kirin. Ji bo nameyên ku bi tên nivîsîn heqê wergerê li wan tê mecbûrkirin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.