SerupelÇandPirtûka “Ziman: Man û Neman“ hat weşandin

Pirtûka “Ziman: Man û Neman“ hat weşandin

Pirtûka Samî Tan a li ser zimanê kurdî hat weşandin. Dîrok û taybetîyên zimanê kurdî, peyvsazî û xweşbêjîya zimanê kurdî û rewşa kurdî û têkoşîna ji bo kurdî beşên vê pirtûkê ne. 

Pirtûka Ziman: Man û Neman ji alîyê Weşanên Sîdar ve hat weşandin. Pirtûk ji alîyê zimannasê kurd Samî Tan ve hatîye nivîsandin û ji çend gotarên wî yên li ser ziman pêk tê. Gotarên Tan di bin sê beşan de hatine komkirin: Dîrok û taybetîyên zimanê kurdî, peyvsazî û xweşbêjîya zimanê kurdî û rewşa kurdî û têkoşîna ji bo kurdî

Beşa yekem bi gotara dîroka zimanê kurdî dest pê dike û piştî nivîsa “Ewlîya Çelebî û Zimanê Kurdî,” bi gotareke din a ku bi pîvanên zanistî qala kurdî dike, bi dawî dibe. Beşa duyemîn ji gotarên li ser morfolojî û rewanbêjîya zimanê kurdî pêk tê. Beşa çarem de du gotarên li ser têkoşîna ji bo parastina ziman û siyaset û plansazîya ziman cî digirin.

Tevahîya naveroka pirtûkê wiha ye: 

Beşa yekem: Dîrok û taybetîyên zimanê kurdî  

  • Dîroka Zimanê Kurdî
  • Evlîya Çelebî û Zimanê Kurdî
  • Rengên bingehîn ên kurdî kîjan in?
  • Zimanê Kurdî Awêneya Civaka Kurd e

Beşa duyem: Peyvsazî û xweşbêjîya zimanê kurdî

  • Peyvsazîya Kurmancî bi Nimûneyên ji Ferhenga
  • Yusuf Ziyaeddîn Paşa (El-Hedîyye El-Hemîdîyye Fî’l-Luxat El-Kurdîyye)
  • Peyvsazîya Devokên Kurmancî di Pirtûka Mackenzie de
  • Peyvsazî di Wêjeya Klasîk a Kurmancî de
  • Di Folklora Kurdî de Qalib û Şayes
  • Lêhûrbûneke Biçûk li ser Devoka Semsûrê

Beşa sêyem: Rewşa kurîd û têkoşîna ji bo kurdî

  • Rewşa Zimanê Kurdî: Kurmancî
  • Di Çarçoveya Siyaset û Plansazîya Ziman

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.