Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Roja Bîranîna Qurbanên Koledariyê û Bazirganiya Transatlantîkê ya Koletiyê ya Navneteweyî, di 25’ê Adarê de, li New Yorkê civîneke bîranînê li dar dixe.
Di vê rûniştina ku salane li dar dikeve de, 15 milyon Afrîkiyên ku di navbera sedsalên 16 û 19’mîn de bûne qurbanên bazirganiya koletiya li paş okyanûsê tên bibîranîn. Koledariya di navbera van sedsalan de zêdetirî 400 salan li dij Afrîkiyan hatiye meşandin, yek ji hovîtiyên herî mezin ên di dîroka mirovatiyê de tê hesibandin.
Roja Bîranîna Qurbanên Koledariyê û Bazirganiya Transatlantîkê ya Koletiyê ya Navneteweyî di sala 2007’an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. Armanca vê rojê ev e ku bi milyonan jin, zarok û zilamên ku bûne qurbanên pergala koledariyê bên bibîranîn, sûcên bazirganiya koletiyê û berxwedana Afrîkiyên ku kirine kole derkeve pêş, balê bikişîne ser talûkeya nîjadperestiyê û tevî vê yekê, teşwîq dike ku di der bareyê mîrasa koletiyê de perwerdehî were kirin û li dij nîjadperestî, newekhevî û şêwazên koletiya modern têkoşîn bê dayîn.
Neteweyên Yekbûyî temaya sala 2026’an wekî “Çalakiya ji bo Edaletê: Eşkerekirina Dîrokê, Rakirina Şerefê, Hêzdayîna Pêşerojê” pênase kir. Lewma jî beriya rojekê, ji bo bermayiyên bazirganiya koletîya li paş okyanûsê ya dirêjî nav cîhana me ya îrojê dibe (yên wekî xebitandina bi darê zorê, qaçaxtiya mirovan) bê paqijkirin, banga “ji bo edaletê çalak bibin” li civaka navneteweyî kir.

Rojên Girîng ên Bibîranîna Koledariyê:
- 25’ê Adarê – Roja Bîranîna Qurbanên Koledariyê û Bazirganiya Transatlantîkê ya Koletiyê ya Navneteweyî: Di sala 2007’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat îlankirin. Di vê rojê de bi milyonan Afrîkiyên ku dema bazirganiya koletiya li paş okyanûsê ya di navbera sedsalên 16 û 19’mîn de hatiye meşandin de jiyana xwe ji dest dane û êş kişandine tê bibîranîn.
- 10’ê Gulanê – Roja Bîranîna Qurbanên Koledariyê û Bazirganiya Koleyan a Fransayê: Li pêyî ku li Fransayî koledarî wekî “sûcê li dij mirovahiyê” hat qebûlkirin, ev roj wekî rojeke netewî tê bibîranîn. Piştî ku Serokomar Jacques Chirac di 30’ê Çileya 2006’an de biryarnama di der vê babetê de îmze kir, ev roj bi awayê fermî hat qebûlkirin.
- 23’yê Tebaxê – Roja Bîranîna Bazirganiya Koledariyê û Rakirina Koletiyê ya Navneteweyî: Ji aliyê UNESCO’yê ve, di sala 1998’an de hatiye îlankirin. Vê rojê wekî salvegera Şoreşa Haîtiyê ya di encama raperîna koleyan a sala 1791’ê li Haîtiyê bi ser ketiye tê bibîranîn.
- 18’yê Cotmehê – Roja Li Dij Koledariyê: Di vê rojê de armanc ev e ku ji bo bi taybetî balê bikişîne ser koledarî û bazirganiya mirovan a li Brîtanya û Ewrûpayê.


