SerupelCivakRejîma leşkerî 50 sal berê li Arjantînê hat ser kar

Rejîma leşkerî 50 sal berê li Arjantînê hat ser kar

Artêja Arjantînê di 24ê adara 1976an de bi derbeyeke leşkerî kir û heta sala 1983an li ser kar ma. Di dema rejîma mîlîtarîst de 30 hezar mixalif hatin kuştin.

Artêşa Arjantînê di bin fermandariya Xorge Rafael Vîdela di 24ê adara 1976an de bi derbeyekê hat ser kar.

Videla rejîmeke faşîst damezrand û li hember hemû mixalifan dest bi zilmê kir.

30 hezar kes hatin revandin û heta niha derbarê aqûbeta piranîya wan de agahî nehatin wergirtin.

Artêşê gelek şoreşgerên hatibên girtin, ji balafirên leşkerî avêtin nava Okyanûsa Atlantîkê.

Piraniya kesên hatin kuştin, xwendekar, karker û kedkar bûn û temenê wan di bin 35an de bû.

Di 1977’an de dayikên qurbaniyan ji bo saloxekê ji zarokên xwe bigirin li meydana Plaza de Mayo dest bi çalakîyekê kirin.

Çalakî her pêncşem hat lidarxistin û bi salan dom kir.

Hêrsa li dijî rejîmê gav bi gav mezin bû û  1983an de şefên rejîma mîlîtarîst mecbûr man ji rêvebiriyê vekişin.

Darizandina sûcên rejîmê

Di 1985an de doza sûcên mirovahiyê li dijî berpirsên vê rejîmê dest pê kir û hin berpirs hatin cezakirin.

Lêbelê bi zextên civakê darizandin hat berfirehkirin û di 2022an 19 leşkerên din hatin cezarkirin.

Bi tevahî di 40 salên dawî de 1070 kes ji ber kiryarên rejîma faşîst sûcdar hatin dîtin û gelek ji wan cezayên heta hetayê girtin.

Tevî vê jî, civaka demokratîk a Arjantînê hîn jî doza xwe ya ji bo edaletê didomîne.