SerupelÇandHelbesta kurdî ket lîsteya bijarte ya Almanyayê

Helbesta kurdî ket lîsteya bijarte ya Almanyayê

Pirtûka Mohra Reş/Dunkles Siegel ket lîsteya Pêşnîyazên Helbestê (Lyrik-Empfehlungen 2026) yên Almanyayê. Pirtûk ji alîyê nivîskar û helbestvana kurd Yildiz Çakar ve hatîye nivîsandin.

Nivîskar û helbestvana kurd Yildiz Çakar bi berhemdarîya xwe li derveyê welêt jî balê dikişîne ser xwe. Pirtûka Mohra Reş/Dunkles Siegel ket lîsteya Pêşnîyazên Helbestê (Lyrik-Empfehlungen 2026) yên Almanyayê.

Lîsteya Jurîya Lyrik-Empfehlungen her sal ji alîyê Akademîya Ziman û Edebîyatê ya Alman, Mala Helbestê (Haus für Poesie) û Fona Edebîyatê ya Alman ve tê amadekirin. Her sê sazîyên xwedî prestîj, di 21ê adarê de ku Roja Helbestê ya Cîhanê ye li bajarê Leipzigê lîsteya ji berhemên bijarte pêk tê, radigihînin.

Lîsteya îsal a sazîyên navborî ku ji 20 pirtûkan pêk dihat, îro hat ragihandin û tê de pirtûka Mohra Reş a Yildiz Çakarê jî cî girt. Nivîskarên pirtûkên hatin hilbijartin wê tevlî Pêşangeha Pirtûkan a Leipzigê bibin û wê li wir danasîna berhemên wan bên kirin.

Mohra Reş/Dunkles Siegel

Pirtûka Mohra Reş a ku bi wergera wê ya almanî bi serenava Dunkles Siegel hat çapkirin, ji 9 helbestan pêk tê. Ev berhem, pirtûka yekem a Yildiz Çakar e ku bi almanî hatiye wergerandin. Temayên vê pirtûkê hişê civakî, penaberî û nasname ye.

Mohra Reş ji hêla Isabella  Berîvan û Mario Pschera ve hat wergerandin. Êdîtoriya pirtûkê ji alîyê helbestavanê alman Tobias Roth ve hat kirin. Danasîna pirtûkê cara pêşîn di Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Frankfurtê de hat kirin.