E-kovara Kurdistanê ya Infowelat gihîşt hejmara xwe ya 38.
Nûçeyên derbarê parêzgerê kurd ê Hesekê, hevpeyvîna hevserokê DEM Partîyê Tûncer Bakirhan a bi rojnemeyeke tirk re, nûçeya li ser destpêka weşangerîya Berwarnewsê û du nûçeyên ji cîhanê di vê hejmarê de ne. Nûçeya li ser Berwarnewsê di manşetê de jî hatîye dayîn.
Rêzenivîsa derbarê Konfederasyona Swîsreyê de mijara vê hejmarê ye. Dosyeyê ji kurtedîrok, demografî û ziman, aborî û erkên Kantona Basel-Stadtê pêk tê.
Kurdistan berhemeke dîjîtal a Infowelat e û ji 15 rojan carekê tê weşandin. Hejmara Kurdistanê ya yekemîn di kanûna pêşîn a 2023an de hatibû weşandin.
Nivîsên e-kovarê
- Parêzgerê kurd Nûredîn Îsa gihîşt Hesekê
- Bakirhan: Em tirkî weîk zimanê xwe qebûl dikin
- Berwarnews dest bi weşanê kir
- Sanae Takaîçî bû serkeftineke dîrokî bi dest xist
- Erdogan û Mîtsotakîs peymaneke hevkarîyê îmze kirin
- Kantona Basel-Stadtê


