SerupelNûçeDi sala 2025an de 128 rojnameger hatin kuştin

Di sala 2025an de 128 rojnameger hatin kuştin

Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) da xuyakirin ku di sala 2025an de 128 xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin û hişyar kir ku êdî zext û êrîşên li ser rojnamegeran bûye amûreke normal a ji bo şer û zextê. Rêxistin bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku ji bo parastina rojnamegeran li tevahiya cîhanê peymaneke pêwîst amade bike.

Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî, derbarê xebatkarên çapemeniyê û rojnamegerên ku di sala 2025an de ji ber karên xwe hatine kuştin de rapora xwe ya salane weşand. Hejmar gelek balkêş in: Sala borî 128 xebatkarên çapemeniyê jiyana xwe ji dest da, 11 ji van jin bûn û 9 jî bêhemdî jiyana xwe ji dest da.

Li gor IFJê ev mirovkujî meyleke giştî dide nîşandan û mirov dixe nav fikaran.  Her ku diçe rojnameger di pevçûnên çekdarî de bêtir tên hedefgirtin, ji ber ku nelirêtî aşkere dikin dengêwan tê birîn an jî bi zextên giran ên siyasî re rû bi rû dimînin. Rêxistin hişyar dike ku êrîşên bi vî rengî êdî ne bûyerên ji rêzê ne û parçeyeke atmosfera bêcezakirinê ye.

Rewşa herî xirab li Rojhilata Navîn e

Sê sal li ser hev Rojhilata Navîn û cîhana ereban bûn herêmên herî kujende. Li rexmî di meha çirîya pêşîn a 2025an de agirbest hatibe pêşxistin jî di şerê li Xezeyê de 56ê wan fîlîstînî bi giştî 74 rojnameger hatin kuştin. Herêm bi serê xwe ji sedî 58ê  mirinên rojnamegeran a cîhanê pêk tîne.

Herêmên din jî  bi awayekî giran jê bibandor bûn. Li Afrîqayê 18, li Asya-Pasîfîkê 15, li Amerîkayê 11 û li Ewropayê jî 10 mirî hatin qeydkirin; piraniya van bi şerê ku li Ukraynayê dom dike re têkildar bûn.

Bangawaziya ji bo parastinê 

IFJ dibêje ku zêdebûna hejmara miriyan nîşan dide ku di demeke zûtirîn de pêdivî bi parastina navneteweyî heye. Federasyonê bang li dewletên Neteweyên Yekbûyî kir ku bila Peymana Navneteweyî ya Serxwebûnî û Ewlehiya Rojnamegeran ku pêşengiya wê IFJê kiriye qebûl bikin.

Serokê IFJê Dominique Pradalie got ku rojnameger tenê ji bo ku karê xwe kirine hatine kuştin; nûçekirina rastiyan, agahdarkirina gel û aşkerekirina şaşiyan. Bang li hikumetan kir ku piştgirî bidin amûreke zagonî ku karibe ji berpirsiyaran hesabê bipirse û pêşî li tundiyê bigire.

IFJ balê dikişîne ku parastina rojnamegeran ne tenê parastina kesan e. Di heman demê de parastina azadiya çapemeniyê ye û parastina gihîştina agahiyê ya civakê ye. Ev yek xaleke bingehîn a her civakake demokratîk e.

Nûçeya bi îngilîzî di vê lînkê de ye