Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZ-DER) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyanîyê de ligel pergala asîmîlasyonîst a dewleta tirk, “xwebişaftin”a ku di nav sazî û sîyaseta kurd de pêş de diçe, hat rexnekirin.
Fokûsa daxwuyanîya SOZ-DERê li ser van nuqteyan bû:
– Ziman bi axaftin, xwendin û nivîsandinê zindî dimîne; zimanê ku neyê bikaranîn, her çiqas kevnar û dewlemend be jî, ber bi mirinê ve diçe.
– Divê siyaset û xebatên kurdewarî bi kurdî bên meşandin; ne durust e ku kes bêje “ziman xeta sor e” lê di civîn, medya û siyasetê de zimanê serdest bikar bîne.
– Êdî hincetên wek “derfet tune ne” nayên qebûlkirin; îro îmkanên hînbûn û ragihandinê ji her demê zêdetir in.
– Bandora derûniya bindestiyê û dîtina axaftina bi zimanê serdest wek “bilindbûn”ê xefikeke mezin e.
Komeleyê bang li hemû kurdan kurd kir ku zimanê kurdî ji sloganan rizgar bikin û bikin zimanê jiyana rojane û siyasetê.


