Têkiliyên Ewropa û DYA di qonaxa ku wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê pênasekirin de derbas dibin. Gefên DYA’yê ya li ser welatên Ewropî û sekna welatên Ewropî di têkiliya her dû aliyan de derzên girîng ava dikin.
Loma jî van rojan herî zêde ev tê pirsîn: Tifaka ku bi avakirina NATO’yê re hatibû sazkirin gelo berdewam bike an na?
NATO di 4ê nîsana 1949an de bi Peymana Washingtonê, ji aliyê 12 welatên damezrîner ve hatibû avakirin û niha ji 31 welatan pêk tê.
Di dema Şerê Sar de û piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di sala 1970’an de, NATO berfirehtir bû û çend welatên din yên Ewropî jî girte nava xwe.
Yek ji bendên bingehîn ya NATO’yê ew bû ku êrîşa li ser yek endamê NATO yê wekî êrîşek li ser hemû endaman were dîtin.
NATO wekî amûrek ji bo rawestandinal li dijî berfirehbûna Sovyetê û pêşîgirtina li her gefek ji bloka komunîst hatibû damezrandin.
Ewrûpa endamtîya xwe ya NATOyê de bidomîne?
Belgeyên NATO’yê nîşan didin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Almanya du welatên sereke yên rêxistinê ne ku herî zêde budçeyê ji artêşên xwe re terxan dikin. Analîst dibêjin ku Ewropa ji ber polîtîkayên kêmkirina alîkarîya Amerîkayê ya ji NATOyê pêdivîya Ewrûpayê bi gelek hewldanan heye.
Li alîyekî din, di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de nîqaşên li ser pêşeroja têkiliya di navbera Ewropa û Amerîkayê de hatin kirin û naveroka têkiliyan hinek din jî zelal bûn. Sepandina bacên gumrikê li ser kelûpelên ewropî ji hêla Donald Trump ve, lêgerîna wî ya agirbestê li Ûkraynayê ya bi şert û mercên ku piranî ji bo Rûsyayê guncaw in û gefa wî ya îlhaqkirina Greenlandê Ewropa dixe gumanan.
Raporeke ji alîyê hin beşdarên Konferansa Ewlehîyê ya Munîhê hat weşandin de Trump wekî “hêzek wêrankar” ku norm û saziyên pergala navneteweyî xera dike, hat pênasekirin.
Di bingeha wê raporê de hat gotin ku pirsa di hişê gelek rêberên Ewropî de ev e:
“Gelo ew dikarin bi rastî dîsa baweriya xwe bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bînin? Û alternatîf çi ye ger bawerî bi Amerîka neyê?”
Trump: Hûn bêyî me ne tiştek in
Trump di gotarekê de li foruma Davosê ya Swîsreyê meha borî henek bi serokên Ewropî kir û got ku Ewropa bêyî Amerîkayê wê ne tiştek be.
Di Cotmeha borî de, dema ku Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hate nirxandin, fikarên Ewropayê zêdetir bûn.
Di nirxandinê de hişyariyek hebû ku Ewropa bi “paşketina şaristaniyê” re rû bi rû ye. Di vê atmosfera nebaweriyê de, rêberên Ewropî soz dan ku lêçûnên leşkerî di nav NATO’yê de zêde bikin.
Helwesta Amerîka ya ji bo Greenlandê
Tam di nava vê alozîyê de Ewrûpa bi Amerîkayê re bi lez û bez peymanek bazirganiyê îmze kir da ku bandora bacên Amerîkî kêm bike.
Ewropa soz da ku parastina Arktîkê ya NATO’yê xurt bike da ku hewlên Trump ên ji bo kontrolkirina Greenlandê bê şikandin. Ji ber ku Greenland di bin serdestîya Denmarkê de ye û Ewrûpa naxwaze di vê meseleyê de paş ve gav bavêje.
Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hêvî dike ku Ewropa di salên pêş de berpirsiyariya sereke ya parastina kevneşopî ya parzemînê bigire ser xwe. Di berdêla wê de, Washington wê sîwana xwe ya nukleerî li ser Ewropayê biparêze û piştgiriyê bide peymana parastina kolektîf a NATO’yê.
Stûneke ewrûpî ya di nava NATOyê de
Şansolyeya Almanya yê Friedrich Merz, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer li konferansa Munîhê soz dan ku piştgiriyê bidin “stûnek ewropî” ya bihêztir di nav NATO’yê de.
Ewropa bi vê gava xwe dixwaze li hember rêveberîya Trump û rêveberîyên din ên Amerîkayê yên siberojê ku naxwazin parastina wê bikin, xwedî alternetîvên parastinê be.
Elîsar Şêxo


