SerupelÇand21 pirtûkên kurdî ketin bin parastina fermî ya Swîsreyê

21 pirtûkên kurdî ketin bin parastina fermî ya Swîsreyê

21 pirtûkên hîndekariya kurdî yên ku ji aliyê Komeleya Hîndekariya Kurdî ve hatine amadekirin, bi fermî ketin nava Helveticatê ku kataloga Pirtûkxaneya Neteweyî ya Swîsreyê ye. Ev pirtûkên ku ji bo 11 salên perwerdeya zarokan hatine amadekirin, êdî wekî parçeyek ji mîrateya çandî ya Swîsreyê tên parastin.

21 pirtûkên hîndekariya kurdî ku ji bo 11 salên perwerdeyê hatine amadekirin, bi fermî ketin nava Helveticatê ku kataloga online a Pirtûkxaneya Neteweyî ya Swîsreyê (NB) ye. Ev serkeftin bi rêya xebata mayînde ya Komeleya Hîndekariya Kurdî, bi hevkariya Instîtuya Kurdî ya Swîsreyê, bi koordîneya Xwendegeha Pedagojîk a Bilind a Zurichê (Z.Aktas) û bi piştgiriya Wezareta Çandê ya Swîsreyê hat bi dest xistin. Nivîskarê pirtûkan Hesen Huseyîn Denîz e ku di heman demê de rêveberê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê û Komeleya Hîndekarîya Kurdî ye.

Çima Helveticat giring e?

Di pergala Swîsreyê de, têgîna “Helveticat” ji bo hemû pirtûk, kovar, rojname, belgeyên elektronîk û mîrateyên çandî yên ku bi Swîsreyê re têkildar in, tê bikaranîn. Pirtûkxaneya Neteweyî ya Swîsreyê van berheman wekî mîrateya çandî ya welêt diparêze û bi rêya kataloga Helveticatê pêşkêşî her kesî dike. Ketina pirtûkên kurdî di nav vê katalogê de tê wê wateyê ku pergala Swîsreyê êdî perwerde û pirtûkên kurdî wekî parçeyek ji mîrateya xwe ya çandî ya fermî qebûl dike û wan diparêze.

Pirtûkên pedagojîk ji bo diyasporayê

Ev 21 pirtûkên hîndekariyê ji bo zarokên di navbera 5 û 16 salî de ne. Pirtûk pol bi pol û li gorî sazûmana hîndekariya zimanê dayikê û çanda welêt hatine amadekirin. Ji bo her saleke xwendinê du pirtûk hene û pirtûkek jî taybet ji bo mamosteyan wekî “Rêbera Hînkirina Kurdî” hatiye nivîsîn. Di amadekirina wan de pisporên ji Swîsre, Almanya, Amerîka û Îsraîlê û saziyên mîna YMK, Yekmal û Pena Kurd cih girtine. Ev pirtûk niha li Almanya û Swêdê jî di dersên kurdî de tên bikaranîn.

Hûn dikarin van pirtûkan ji ser malpera www.pirtuk.ch bixwazin/bikirin