SerupelPolîtîkaVictor Orban di hilbijartina Macaristanê de têk çû

Victor Orban di hilbijartina Macaristanê de têk çû

Hilbijartinên Macaristanê encamên wekî erdhejeke sîyasî bi xwe re anî. Serokwezîr Victor Orban şikestineke mezin xwar û dawî li rêveberîya wî ya 16 salan hat anîn.

Hilbijêrên macar di dengdana duh de dawî li serdestîya serokwezîr Victor Orban anîn.

Partîya Tisza ya rasta navendî 138 kursîyên ji 199 Parlamentoya Macaristanê bi dest xistin.

Partîya rastgir Fidesz ya Orban encax dikaribû 55 kursîyên xwe biparêze.

Bi vê encamê, dawî li rêveberîya 16 salan a Victor Orban hat anîn û derîyên serokwezîrşyê ji Peter Magyarê alîgirê Yekitîya Ewrûpayê ye vebû.

Magyar di hilbijartinê de soza başkirina têkiliyên bi Yekitîya Ewrûpayê re û têkoşîna li dijî gendelîya hikumeta Orban dabû.

Ji ber ku partîya Magyar bûye xwedîyê ji duyan sêyê kursîyên parlamentoyê, wê bikaribe destûra bingehîn biguherîne.

Orban ji bo rêveberîya xwe mayînde bike û kontrola xwe ya li ser welêt zêde bike, destûra bingehîn guherandibû.

Herwiha, Magyar di kampanyaya hilbijartinê de dîyar kiribû, ew ê reformên pêwîst ku Bruksel ji Macaristanê daxwaz dike pêk bîne.

Pêkanîna van reforman wê destûrê bide ku Macaristan fonên ji bo wê hatine terxankirin ji Yekitîya Ewrûpayê bigire.

Nakokîya Orban û YEyê

Orban di rêveberîya xwe ya 16 salan de hiqûya Yekitîya Ewrûpayê binpê kiribû, derîyên xwe li penaberan girtibû welatê xwe nêzîkî Rûsyayê kiribû.

Yekitîya Ewrûpayê binpêkirina hiqûqa xwe hincet nîşan dabû û dest danîbû ser 13 milyar euroyên Macaristanê.

Parlamentoya Ewrûpayê bi rapora xwe ya di 2022an hikumeta Victor Orban wekî “rejîmeke hibrîd a otokrasiya hilbijartinê ava kiriye” pênase kiribû.

Di raporê de hatibû diyarkirin, Macaristan nirxên bingehîn ên Yekîtiya Ewrûpayê yên wekî pergala hilbijartinê, serxwebûna darizandinê, azadiya xweîfadekirinê, pirdengiya medyayê, azadiya akademîk, mafên LGBT û parastina kêmar û penaberan îhlal dike.

Parlamentoya ewrûpî bi heman raporê qutkirina ji sêyan yekê fonên Ewrûpî pêşniyazê komîsyonê kiribû.

Dadgeha Edaletê ya Ewrûpayê (ECJ) ji ber binpêkirina mafên penaxwazan 200 milyon euro ceza li Hûngaryayê birîbû.