Li Nîjeryayê artêşê êrîşa hewayî li sûka gundê Jilli yê li ser sînorê Borno û Yobeyê pêk anî. Zêdetirê 100 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Kesên ji qetlîamê sax filîtîn dibêjin balafireke şer nêzîkî dema girtina sûkê bombe barandiye ser wan.
Hêzên Hewayî yên Nîjeryayê jî êrîş piştrast kirin. Daxuyaniya artêşê dibêje wan bihîstine endamên rêxistina çeteyî ya Boko Haramê li bazarê xeracê berhev dikin, lewma jî wan daxwaz kiriye li dijî endamên vê çeteyê operasyonê pêk bînin. Lewma, li şûna endamên rêxistina çeteyî ya Boko Haramê, wan bi şaşî êrîş li sûka gund pêk aniye.
Hinceta ku artêş nîşan dide şikbariya li ser qetlîama mezin dike. Artêşa Nîjeryayê her çiqasî dibêje wan bi şaşî êrîş pêk aniye jî, tê zanîn çeteyên Boko Haramê gelek caran xurekan ji vê sûka li nêzîka sînorê Borno û Yobeyê temîn dikin.
Li rojhilatê bakurê Nîjeryayê ji demeke dirêj ve ye di nava artêşê û rêxistina cîhadîst a Boko Haramê de pevçûn dewam dikin. Vê rêxistinê bi taybetî li deverên wekî daristan faaliyetê dikin. Artêşa Nîjeryayê gelek caran li dijî vê rêxistinê êrîşên hewayî pêk tîne. Van buyerên ku wekî şaşî tên pênasekirin, pirê caran dema van êrîşan pêk tên.
Lewre, ji sala 2017’yan û vir ve, herî kêm 500 kesên sivîl di êrîşên bi vî rengî de hatine kuştin. Analîstên ewlekariyê dibêjin şêwazên berhevkirina îstixbaratê qels in. Di navbera yekîneyên bejayî û hewayî de koordînasyoneke saxlem tuneye. Vê yekê jî dibe sedema şaşiyên bi vî rengî.

