Nivîskara navdar a kurd û endama PENê Suzan Samanci, gava ku piştî salên dirêj ên sirgûnê vegerîya Tirkiyeyê, li Balafirgeha Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Samanci piştî îfadeya bi rêya SEGBÎSê, hat berdan lê biryara qedexeya derketina derveyî welêt li ser hat danîn.
Nivîskara pêşeng a wêjeya kurd a hemdem Suzan Samanci, roja 22yê îlonê ji Ceneva Swîsreyê hat Balafirgeha Stenbolê. Polîsan di derketina balafirgehê de Samanci bi hinceta lêpirsînekê binçav kir. Parêzera wê û parêzvana mafên mirovan Eren Keskin di parvekirina xwe ya di Xê de ragihand ku miwekîla wê bi îddîaya “propagandaya rêxistinê” hat binçavkirin.
Ji dadgeha Amedê biryara qedexeyê
Samanci li dadgeha balafirgehê bi rêya SEGBÎSê îfade da Dadgeha Sûlh a Cezayê ya Amedê re. Dadgehê piştî wergirtina îfadeyê biryar da ku Samanci bi qedexeya derketina derveyî welêt (bi tedbîra kontrola edlî) serbest berde.
Parêzer Eren Keskîn di posta xwe ya Xê de ragihand ku ev biryar binpêkirina mafên mirovan û astengkirina azadiya îfadeyê ye. Keskîn got ku Samanci nêzîkî 18 sal in li Swîsreyê wekî penaber dijî û piştî 10 salan ji bo ku dîtina malbat, nas û xwênerên xwe hewl da ku biçe Amedê.
Pênûseke gerdûnî ya wêjeya kurdî
Suzan Samanci di sala 1979an de dest bi nivîsê kir û cara ewil di sala 1985an de helbestên xwe weşandin. Samanci ku bi pirtûka xwe ya navdar Ji Hêlînê Bêhna Reçîneyê Dihat (1993) – ku qala jiyana li Amedê ya di nav pevçûnan de dike – bal kişandibû ser jîyan xwe. Wê di sala 1997an de Xelata Wêjeyê ya Orhan Kemal wergirt. Di berhemên xwe de bi piranî cih dide temayên wekî nasnameya kurd, ezmûnên jinan, bîr û sirgûnîyê. Berhemên wê wekî roman û kurteçîrokan ji bo gelek zimanan hatine wergerandin. Berhema wê Bajarê Qerase yê Tarî (Koca Karanlık Kent) di nîqaşên gerdûnî yên li ser wêjeya polîtîk de xwedî ciheke taybet e.
Ajansa Wêjeyê Eulama ku li Îtalyayê, ragihandibû ku ew ê mafên wêjeyî yên Samanciyê li seranserê cîhanê bigirin ser xwe û hebûna wê ya di bazara weşangerîya cîhanî de xurt bikin. Lê biryara dawî ya kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt kar û barên wêjeyî yên navneteweyî yên nivîskarê dixîne bin xetereyê.



