SerupelCivakSNP ji bo serxwebûna Skotlandê dest bi kampanyayê dike

SNP ji bo serxwebûna Skotlandê dest bi kampanyayê dike

Partîya Neteweyî ya Skotlandê (SNP) ragihand ku ew dest bi kampanyaya herî serxwebûna welêt dikin. Serokwezîrê Skotlandayê John Swinney di kongreya salane ya partîyê de li Aberdeenê destpêka kampanyaya “Choose Scotland” ragihand.

Partîya Neteweyî ya Skotlandê (SNP) biryareke dîrokî girt û ragihand ku ew dest bi kampanyaya herî berfireh a ji bo serxwebûna welêt dikin. Ev gav piştî referanduma sala 2014an vir ve pêngava herî xurt a tevgera serxwebûnê ye. Serokwezîrê Skotlandê û serokê SNPê John Swinney di kongreya salane ya partîyê de li bajarê Aberdeenê bi fermî destpêka kampanyaya bi navê “Choose Scotland” (Skotlandê Hilbijêre) ragihand.

SNP ji bo ku dengê serxwebûnê bigihîne her mala Skotlandê, budçeyeke bi qasî 100.000 sterlînî (nêzîkî 115.000 euro) veqetand. Di çarçoveya vê pêngavê de, partî plan dike ku rasterast bi gel re têkiliyê deyne û anketeke taybet a li ser serxwebûnê bigihîne nêzîkî 1,5 milyon mirovî. Kampanya wê heya dawiya salê berdewam bike û di 30ê çirîya paşîn de, ku Roja Saint Andrew e, wê bi seferberîyeke neteweyî mîtîngên girseyî bên lidarxistin.

Çima Serxwebûn? 

Rêveberiya SNPê di daxuyaniyên xwe de balê dikişîne ser giringiya serxwebûnê ji bo jiyana rojane ya welatîyan. Di manifestoya nû ya partîyê û daxuyaniyên fermî de çend xalên krîtîk derdikevin pêş:

Girtina biryarên enerjîyê: Skotlanda bi çavkaniyên xwe yên petrol, gaz, ba û enerjiya deryayî welatekî pir dewlemend e û ji pêdiviya xwe zêdetir elektrîkê hildiberîne. Tevlî vê jî, ji ber bazara enerjîyê ya Brîtanyayê ku London qaydeyên wê dîyar dike, malbatên skotlandî rûbirûyî fatûreyên pir giran tên.

Danberheva bi Norwêcê re: Ji ber ku Norwêcê ji gaza Deryaya Bakur foneke serwer a 2.3 trilyyon dolar ava kir, dahatûya xwe ewle kir. Lê hukumetên Brîtanyayê ev dahata ji gaza Skotlandê hat bidestxistin ji bo kêmkirina bacan û girtina valahiyên budceyê xerc kirin.

Bandora Brexitê: Her çend hemû herêmên Skotlandaê di referanduma 2016an de dijî Brexitê deng dabûn jî, li dijî vîna gel welat ji Yekîtiya Ewrûpayê hat derxistin. Ev rewş bû sedema dijwarîyên bazirganî, astengîyên burokratîk û giranbpna mesrefên ji jiyana rojane.

Meseleya mafê biryardayînê: Li gorî SNPê, pênaseya demokrasiyê nikare bibe alaveke ku wezîrekî Londonê kengî bixwaze pêxe û vemirîne. Ji bo serxwebûnê divê kontrol di destê gelê Skotlandê de bibe.

Rêjeya piştgirîyê gihîştiye 52%

Dema destpêkirina vê kampanyayê bi daneyên dawî yên anketan re têkildar e. Li gorî anketeke dawî, piştgiriya ji bo serxwebûnê gihîştiye ji sedî 52yî. Di heman demê de ji bo hilbijartinên giştî yên siberojê yên Parlamentoya Brîtanyayê, dengên SNPê ber bi jor ve diçin (34%). Alîkara Serokwezîr Jenny Gilruth diyar kir ku ev rewş hêzeke mezin dide helwesta Skotlandê û Westminster êdî nikare êdî mafê gelê Skotlandê ji nedîtî ve bê.

Pêşniyaza Navbeynkariya Navneteweyî

Ji bo derbaskirina astengiyên qanûnî yên ku London derdixe pêşiya referandumek nû, Serokwezîr John Swinney derî ji fikra navbeynkariya navneteweyî re vekir. Ev fikra ku ji aliyê Serokwezîrê berê Hamza Yousaf ve hatibû pêşniyazkirin, dixwaze ku Neteweyên Yekbûyî (NY) an jî dewletekî sêyem ku baweriya her du aliyan pê hebe, bikeve navberê ji bo destnîşankirina mercên referandumê.

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.