Samî TAN
Mîr Celadet Bedirxan, piştî ezmûn û tecrûbeya ku di pêvajoya Xoybûnê de jiyabû, dest ji kar û barê siyasî berda û dest avêt kar û barê zimên. Di hejmara pêşîn a Hawarê de wiha gotiye: “Hawar siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê re bila ew mijûl bibin.” Heta niha kesî nepirsîye ka çima Mîr Celadet Bedirxan tercîheke wiha kiriye. Ez dibêjim qey ew ji dek û dolabên siyasetê bêzar bûye, lewma dest ji siyasetê kêşaye.
Li gorî hinek çavkanîyan xebatên Xoybûnê ji ber nakokî û dubendîyên di navbera malmezinên kurdan de bi ser neketine. Dîsa ji ber heman sedemê, frensî ji Mîr Kamûran Bedirxan re dibêjin, “Hûn ji me çi dixwazin, em dikarin çawa alîkarîya we bikin? Ew jî dixwaze ku di zanîngehekê de kursîya kurdî hebe. Li ser vê bingehê, derîyê akademîyê li kurdî û kurdnasîyê vedibe. Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li ser vê bingehê ava dibe. Helbet ev gotin, xwe naspêrin tu belgeyên nivîskî, ji ber vê yekê hinekî wekî gotegot dimînin. Lê dîsa jî em îro bi hêsanî dikarin bibêjin, tercîha Mîr Celadet û Mîr Kamûran di cih de bû. Wan li pey xwe keleporeke dewlemend hişt, em bi xebatên wan kêfxweş û serbilind in.
Sîyaseta kurd îro rengê dema mîrnişîn û hozên kurdî wergirtiye. Berê jî mîrên me her yekî êrdimek xistibû bin desthilatî û pawana xwe, kesî guh nedida bang û hawara Ehmedê Xanî. Bi ser de jî dubendî û nakokîyên di navbera wan de ji dagirkeran re dibû piştevanî û alîkarî, wan dikarî li ser hîmê van dubendî û nakokîyan pergala xwe ava bikin û Kurdistanê bi hêsanî bi rê ve bibin.
Îro jî derdorên me yên siyasî bi giranî û hinek ronakbîrên tekane hunera wan nivîsandina bend û gotarên siyasî ne, dest ji her tiştî kêşane, şerê hev dikin. Vî şerî jî bi gelemperî bi zimanê dagirkeran dikin. Siyaseta xwe jî bi zimanê ku tirk jê re dibêjin “ortak dilimiz” anku bi zimanê tirkî dikin. Şûrkêş û devçepelên tirk jî şîroveyên (!) tijî gef û dijûn li ber nivîsên wan dinivîsin. Heke em kar û barên nivîsê bi kurdî bikin, hem em ê kurdîya xwe bi pêş bixin, hem jî dê çend faşîst bi saya serê me hînî kurdî bibin. Helbet divê em nivîsên xwe ji şîroveyên ji bilî kurdî re bigirin.
Ez dibêjim em divê êdî hînî pirdengî û pirrengîyê bibin. Divê em bi qasî ku li hemberî xelkê dilovan û bêhnfireh in, li hemberî xwişk û birayên xwe yên kurd jî ewende, dilovan û bêhnfireh bin. Li gel vê yekê, kes ne mecbûr e biçe ser bîr û bawerîya kesî, kî bi çi bawer be, bila xwe li gorî wê bawerîyê xebata xwe bike. Welatê kurdan mezin û fireh e, bi milyonan mirov tê de ne, hejmareke zêde ya kurdan hê jî xizmeta neyarên xwe dikin, divê em berê xwe bidin van kesan, wan qezenc bikin. Ji ber bîr û bawerîya yekî/ê divê ew tûşî êrîşa tu kesî nebe û divê rexneyên me jî di nav sînorên exlaqî de bimînin.
Her cure bîr û bawerîya yekreng û dogmatîk dijminê demokrasîyê ye. Xwedanê her bîr û bawerîyê ji bo armanc û doza xwe divê têkoşîna xwe geş bike, xwe birêxistin bikin. Divê kes serkeftina xwe li ser têkçûn tunebûna hinekên din ava neke. Divê derîyê dilê me tim ji hev re vekirî be, serkeftin bi vî awayî çêdibe. Ez naxwazim pend û şîretan li kesî bikin, bi tenê min xwest bîr û boçûnên xwe yên di vî warî de binivîsim. A rast, ez naxwazim di qada siyasî de zêde bipeyivim, lê mirov nikare bi temamî jê bireve, ji ber her tiştê me siyasî ye. Heta nivîseke din bimînin di nav xêr û xweşîyê de.



