SerupelNûçeSerhildêrên belûc êrişeke kordînekirî birin ser hêzên Pakistanê

Serhildêrên belûc êrişeke kordînekirî birin ser hêzên Pakistanê

Pakistanê ragihand ku di êrîşên xwekuj a li seranserê Eyaleta Belûcistanê de 125 kes hatine kuştin.

Di pêleke berfireh êrişan li Belucistanê de serhildêrên belûc sivîlan, zindaneke ewlehiya bilind, qereqolên polîsan û navendên paramîlîter hedef girtin.

Artêşê got ku 18 sivîl, 15 karmendên ewlehiyê û 92 serhildêr hatin kuştin.

Tevî ku serxwebûnwazên belûc û Talîbana Pakistanê gelek caran êriş dibin ser hêzên ewlehiyê, êrîşên kordînekirî yên bi vî rengî kêm bûn.

Analîstan êrişên dawî geşedaneke herî krîtîk a di van dehsalan de bi nav kirin.

Artêşa Rizgariya Belûc (BLA) berpirsiyariya êrîşên dawî girt ser xwe.

Berdevkê hikûmeta Eyaleta Belûcistanê Şahid Rind, got ku piraniya êrîşan hatine pûçkirin.

Serokwezîrê eyaletê, Sarfraz Bugti, li ser hesabê xwe ya X nivîsand ku hêzên ewlehiyê operasyona xwe ya ji bo zeftkirina hemû serhildêran didomînin.

BLA li Pakistanê qedexe ye û ji aliyê Dewletên Yekbûyî ve wekî rêxistineke terorîst hatiye destnîşankirin.

Pakistan idîa dike ku ev kom piştgiriya xwe ji Hindistanê werdigire.

Lê hikumeta New Delhiyê vê îdiayê red dike.

Ku der e Belûcistan?

Belûcistan welatekî li  Asyayê ye ku ji alîyê Pakistan û Îranê ve ve hatîye dagirkirin.

Nifûsa gelê belûc ê  di bin kontrola her du dewletan de dijîn li derdora 10 milyonî ye.

Pakistanê rojhilatê Belûcistanê ku nifûsa wê 12 mîlyon e kontrol dike.

5 milyon ji vê nifûsê ji Pakistanê koçî herêmê kirine.

Herêmên li eyaleta Belûcistanê ya li Pakistanê/Vk8435820, CC BY-SA 4.0

Rojhilatê Belûcistanê  xwedî çavkanîyên petrol, gaz, komir, zêr û sifir e.

Lêbelê Belûcistan di nava eyaletên Pakistanê de ya herî xizan e.

Foto: Dîmeneke ji paytexta Belûcistanê Quettayê/Waqas Usman, CC BY-SA 2.5
Elîsar Şêxo