Rêzeya êrîşên dron û fuzeyan ku ji aliyê Îranê ve hatin lidarxistin, di navbera pênşem û derengiya şeva înê de Herêma Kurdistanê hejandin û saziyên krîtîk ên ewlehî û sîyasî kirin armanc.
Roja înê danê sibehê, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya di bin serkêşiya DYAyê de, 8 dironên kamikaze rûxandin. Herçend ji ber mudaxeleyên pergalên parastina hewayî kes jîyana xwe winda nekir jî, Silêmanî derbên giran xwarin. Bi giştî 7 moşek gundên parêzgehê kirin armanc: 4 moşek li Zirgwezê, yek li Qesdrîyê û du moşek jî li nêzîkî Girdî Kopanî ketin. Di êrişan de kampên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê bûn hedef di encamê de 9 endamên Komeleyê hatin kuştin.
Êvara înê, pêleke din a êrîşan li dijî Taslucayê ku dikeve bakurê Balafirgeha Navdewletî ya Celal Talebanî ya Silêmanîyê, hat kirin. Çavkaniyeke ewlehîyê piştrast kir ku cebilxaneyeke girêdayî Yekîneya 70yî ya Pêşmerge rasterast hatiye hedefgirtin. Ji ber êrîşan şewatên mezin derketin û hejmareke zêde ya tîmên hawarê û ambulansan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Herêma Kurdistanê: “Em ne parçek ji vê şerî ne”
Rayedarên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyên tund êrîş şermezar kirin û li ser helwesta xwe ya bêalîbûnê sekinîn. Serokatîya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyanîyeke hevpar de hişyarî dan ku kiryarên Tehranê pir bi xetere û rasterast aramiya Iraqê xera dike.
Parêzgarê Silêmanîyê Heval Ebûbekir êrîşên li ser Silêmanî û Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û dîyar kir ku Herêma Kurdistanê û rêveberîya Silêmanîyê bêalîbûn û berpirsiyarîya xwe diparêzin û ne parçek ji vî şerî ne.

Îmaratên Ereb û Qeter: “Binpêkirina eşkere ya hiqûqa navdewletî ye”
Bandora jeopolîtîk a êrîşê bû sedema bertekên tund ên welatên Kendavê. Wezareta Karên Derve ya Mîrektîyên Erebî ên Yekbûyî nerazîbûneke tund nîşan da û êrîş wekî “binpêkirina eşkere û zelal” a serweriya Iraqê bi nav kir. Wezaretû piştgiriya xwe ya tam ji bo Hewlêr û Bexdayê nîşan da û piştgirî da hemû pêngavên parastinê yên ji bo parastina yekparçeyiya axa welat.
Bi awayekî hevdem, Wezareta Karên Derve ya Qeterê jî êrişên dawî bi tundî şermezar kirin û kiryarên Tehranê wekî “binpêkirina eşkere ya prensîbên hiqûqa navdewletî” pênase kir. Qeterê hişyarî da ku nabe dijminatiya berdewam a di navbera Îran û DYAyê de aştiya herêmê xera bike.
Windahî zêde dibin
Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistan-Iraqê (CPT) ku rêxistineke çavdêriya mafên mirovan a navenda wê li DYAyê ye, dîyar kir ku widnahîyên li Herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ji destpêka şerê Îranê ve (di dawîya sibatê de), 144 kes bûne qurbanyên êrîşên ku ji aliyê Îranê û komên wekîl ên girêdayî wê ve li Iraqê hatine kirin. 30 kes ji qurbanîyan canê dan eû 114 kesên din jî bi giranî birîndar bûne.


