Raporên aborî yên sala 2025’an nîşan didin ku di dabeşkirina veberhênanên Îspanyayê di navbera herêmên otonom de ne hevsengî tune ye. Rêveberiya Giştî ya dewletê û şîrketên giştî yên wekî ADIF û RENFE, di sala 2025an de li Katalonyayê 1 mîlyar û 321 mîlyon euro veberhênan pêk anîn. Ev hejmar li gorî sala 2024an (1 mîlyar û 409 mîlyon euro) % 6,2 kêm e. Bi vî rengî, para Katalonyayê di nav tevahiya veberhênanên welat de daket %8,6an. Ev rewş ji aliyê aborînas û siyasetmedarên herêmî ve wekî neheqîya di qada aborîyê de tê nirxandin; ji ber ku Katalonya %19ê Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (GDP) pêk tîne û %17yê nifûsa Îspanyayê dihewîne.
Berevajîya vê, Herêma Otonom a Madrîdê di dabeşkirina budceyê de bi 3 mîlyar û 218 mîlyon euroyî bû pêşeng. Ev hejmar zêdetirî du qatî budceya Katalonyayê ye, tevî ku giringiya aborî û nifûsa her du herêman nêzîkî hev e (Madrîd %14,5 nifûs û %19,8 GDPyê pêk tîne). Paşveçûneke mezin li Giravên Balearê jî çêbûn û veberhênana li giravan bi kêmbûna %26,6encax gihîşt 255,8 mîlyon euroyî.
Li Herêma Otonom a Valensiyayê rewş bi temamî cuda bû. Veberhênana dewletê bi rêjeya %76 zêde bû û ji 987,6 mîlyon euroyî derket 1 mîlyar û 737,8 mîlyon euroyî. Ev zêdebûna mezin bi giranî ji ber nûkirina binesaziyên veguhastinê û karên hîdrolîk ên piştî karesata lehîya 2024an pêk hat. Saziya Júcar Hydrographic Confederation budceya xwe zêdetirî 5 qat zêde kir û saziyên bendavan jî veberhênanên xwe hema hema sê qat kirin.
Tevî ku veberhênana giştî li seranserê Îspanyayê %18 zêde bûye û gihîştiye zêdetirî 15,3 mîlyar euroyî, ev mesref piranî li Madrîd, Valensîya, Galîsya û Andalûsîyayê hatîye kirin.
Aboriya Katalonyayê
Daneyên sereke yên aborîya Katalonyayê wiha ne:
Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (GDP – 2024): 316.728 milyar euro (%19’ê tevahiya Îspanyayê pêk tîne).
Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê kesekî/ê: (GDP per capita-2024): 37.477 euro (Ji navînîya Îspanyayê %14,8 bilindtir e).
Rêjeya mezinbûna aborîyê (2025): Salane % 2,9 (Navînîya Îspanyayê %2,8 ye).




