SerupelCivakFaşîzm, xwîn û berxwedan: 90 salîya Şerê Navxweyî yê Îspanyayê

Faşîzm, xwîn û berxwedan: 90 salîya Şerê Navxweyî yê Îspanyayê

Şerê Navxweyî yê Îspanyayê (1936-1939) di encama kûrbûna nakokiyên siyasî û civakî yên bi dehsalan, bi derbeyeke leşkerî dest pê kir. Di vî şerî de aliyê Neteweperest (faşîst/mihafezekar) ji aliyê Almanya û Îtalyayê ve, aliyê Komarparêz (çep/karker) jî ji aliyê Yekîtiya Sovyetê û tûgayên navneteweyî ve hatin destekirin. Şerê ku nêzîkî nîv milyon mirov tê de jiyana xwe ji dest da, bi serkeftina General Franco û avakirina dîktatoriyeke faşîst bi dawî bû.

Di 17ê Hezîranê de, 90 sal di ser destpêkirina Şerê Navxweyî yê Îspanyayê (1936–1939) re derbas bûn. Ev şerê ku wekî yek ji şerê herî bixwîn ê dîroka Ewrûpayê tê qebûlkirin, ne tenê şerekî navxweyî ye lê di heman demê de wekî provaya Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî di dîrokê de cih girt.

Şer di 17ê tîrmeha 1936an de bi serhildaneke leşkerî ya birêxistinkirî li dijî hikumeta Komarger dest pê kir. Gava derbeya yekem nekarî tevahiya welat bixe bin kontrola xwe, şerekî dijwar ê navxweyî dest pê kir.  Di demeke kurt de welat bû du perçe: Neteweperestên ku ji aliyê katolîk, artêş û xwediyê erdan ve dihatin piştgirîkirin, û Komarger ku ji karker û çîna navîn pêk dihatin.

Bi midaxaleyên hêzên derve di demeke kurt de Îspanya bû laboratûwara projeyên îdeolojîk ên qada navneteweyî. Neteweperestên di bin serokatiya General Francisco Franco de alîkarî ji Îtalyaya faşîst û Almanyaya Nazî girtin. Li aliyê din, Komarger ji Yekîtiya Sovyetê destekê girtin û li derdora 40,000 dilxwazên biyanî (Tûgayên Navneteweyî) di bin banê Komargeran de şer kirin. Di dawiya sala 1936an de Neteweperestan dor li Madrîdê girtin. Heta sala 1938an, eniyên Komargeran gav bi gav lawaz bûn û di adara 1939an de, bi ketina Madrîdê re şer bi dawî bû.

General Francisco Franco (1975)

Encamên şer

Encamên vî şerî ji bo Îspanyayê û cîhanê pir giran bûn. Tê texmînkirin ku nêzîkî 500,000 mirov di şer, bombebaran û înfazan de jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 250,000 serbazên Komargeran û bi hezaran sivîl neçar man birevin Fransayê.

Bi serkeftina General Franco re, li Îspanyayê dîktatoriyeke dirêj a faşîst hat avakirin. Ev şer ji bo Almanya û Îtalyayê bû qada ceribandina teknîkên nû yên balafir û tankan. Her weha, hunermendên mîna Pablo Picasso bi şahesera xwe ‘Guernica’ û Ernest Hemingway bi pirtûkên xwe ev hovîtî gihandin nifşên paşerojê.

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.