Eleqeya Charles de Gaulle ya ji bo dîroka Kanadaya Fransî çîrokeke heta ciwantîya wî dirêj dibe. Wî ji ciwantîya xwe ve bawer dikir ku fransîyên Kanadayê di bin zordestiya Brîtanyayê de dijîn. Piştî serdana wî ya 1960î û dîtina geşedana aborî ya Quebecê, wî biryar da ku peywendiyên fermî xurt bike.
Di sala 1961an de “Mala Quebecê” li Parîsê hat vekirin û di 1965an de yekem peymana fermî ya perwerdehiyê di navbera Quebec û dewleteke serwer (Fransa) de hat îmzekirin. Ev pêngav bû bingeha mafê Quebecê ku di qada navneteweyî de bi eyaleteke aktîf.
Dema ku De Gaulle di sala 1967an de dirûşmeya ku berê ji aliyê komên serxwebûnxwaz ên Quebecê ve hatibû bikaranîn got, « Vive le Québec libre ! » bertekên mezin çêbûn. Ev axaftin li Quebecê rastî piştgiriyeke mezin a ji bo serxwebûn û naskirina çandî hat. Lêbelê vê helwesta De Gaulle ji aliyê hikumeta Kanada û alîgirên yekitîya vî welatî ve bi tundî hat rexnekirin. Di encam vê de di navbera Parîs û Ottawayê de alozîyeke dîplomatîk çêbû.
Li hemberê rexneyên Kanadayê, De Gaulle paş ve gav navêt û wiha axivî: “Xelkê cîhanê ji vê zêdetir nikare ji tiştekî din fêm bike ku çawa mirovên fransîaxêv hewl didin nasnameya xwe biparêzin.”
Meseleya ûranyûmê
Dîroknas destnîşan dikin ku ji bilî girêdana çandî û neteweyî, di vê meseleyê de berjewendiyên stratejîk ên Fransayê jî hebûn. Fransa di wê serdemê de ji bo berfirehkirina hêza xwe ya nukleerî dixwest rezervên xwe yên uranyûmê zêde bike. Rejîma federal a Kanadayê ji bo firotina ûranyûmê mercên hişk dîyar kiribûn. Dema Quebecê (ku xwedî çavkaniyên ûranyûmê ye) serbixwebûna xwe bi dest xistiba, dikaribû bi hêsanî ûranyûmê bifroşe Fransayê.

Ku der e Quebec?
Quebec ku wekî duyemîn eyaleta herî mezin a Kanadayê tê nasîn, bi nasname xwe ya cihêû aboriya xwe ya bihêz tê naskirin. Quebec bi rûberê xwe yê berfireh ê ku ji daristan, gol û çemê navdar ê St. Lawrence pêk tê, warê nêzîkî 8.8 mîlyon mirovî ye. Herêm ji aliyê aboriyê ve jî di warên teknolojiya bilind, enerjiya hîdroelektrîk û endustyîya hewavanîyê ve yek ji navendên herî pêşketî yên Amerîkaya Bakur e.
Berevajî piraniya Kanadayê, zimanê fermî yê li Quebecê frensî ye û bajarê wê yê herî mezin Montreal, piştî Parîsê duyemîn bajarê herî mezin ê fransîaxêv a li cîhanê ye. Piştî têkoşîna a li dijî hegemonyaya îngilîzî ya di salên 1960-70an de, li Quebecê qanûnên parastina fransî hatin qebûlkirin û fransî bû zimanê yekemîn ê eyaletê.



