SerupelNûçeRSF: Ji %74 êrîşên vîdeoyên “deepfake”ê rojnamegerên jin dikin hedef

RSF: Ji %74 êrîşên vîdeoyên “deepfake”ê rojnamegerên jin dikin hedef

Li gorî rapora Saziya Rojnamegerên Sînornenas RSF’yê, hatiye tespîtkirin ku di 2 salên dawîn de, li seranserê dinyayê, ji %74 êrîşên “deepfake”ê li rojnamegerên jin tên kirin.

Saziya Rojnamegerên Sînornenas RSF’yê li ser êrîşên deepfakeê raporek belav kir.

RSF dibêje wan 100 vîdeoyên deepfakeê nirxandine. Gihîştine vê encamê ku vîdeoyên wekî deepfake têne çêkirin bi taybetî rojnamegerên jin û bi tevahî rojnamegeran tehdît dikin.

Di raporê de tê destnîşankirin ku ji 100 buyerên ji 27 welatan ên di navbera ji Kanûna 2023’yan heta Kanûna 2025’an pêk hatine, 74’ê wan rojnamegerên jin hedef girtine. Deng û sûretê wan teqlîd dikin. Li ser navên rojnamegeran vîdeoyên derew, bêbextî, xapandin û bêrûmetkirinê têne çêkirin. Van vîdeoyan wekî ku rast in têne belavkirin.

Vê pêşdeçûna teknolojiya aqilê çêkirî li dijî rojnamegeran wekî “amûra dezenformasyon û tacizê” tê bikaranîn.

Piraniya Vîdeoyên deepfakeê ji bo armancên siyasî têne çêkirin

Piraniya van vîdeoyan bi armanca ji bo di qada siyasî de gel manîpule bikin têne amadekirin. Di vîdeoyan de rojnameger wekî ku alîgiriya tiştên têne gotin dikin têne destnîşankirin.

Peyamnêra Dengê Amerîkayê VOA’yê Cristina Caicedo Smit ya ku li ser navê wê vîdeoyeke serokê Amerîkayê Donald Trump û Elon Musk kiriye hedef dibêje:

“Min tu carî yeqîn nedikir ezê bibim hedef.”

Cristina Caicedo Smit piştî ku vîdeo di Sibata 2025’an de hatiye belavkirin, ji bo ewlekariya xwe, du hefteyan neçûye kar.

RSF dibêje li Komara Kongoyê ya Demokratîk dîmenên rojnamegaran ji bo armanca ku bêîstikrariya siyasî pêk were têne bikaranîn.

Tê destnîşankirin ku aplîkasyonên deepfake dibin sedema ziranên mezin û qanûnên heyî nikarin mafê agahîbidestxistinê biparêzin.

Lewma jî RSF ji bo berpirsiyariya xwe bînin cî bang li platforman dike, dibêje bila moderasyonê xurt bikin û hemû tiştên bi rêya aqilê çêkirî têne çêkirin bi awayê eşkere nîşan bidin û destnîşan dike ku tekane şertê rêya ku zirarê kêm bike û mafê agahîbidestxistinê biparêze ev yek e.

Çi ye Deepfake?

Teknolojiya “Deepfake”ê pêkan dike ku ji fotograf an jî tabloyekê, vîdeoyên dirûvên rasteqîn ên mirovên ku diaxivin, dikenin an jî wechê wan dilîzin biafirîne. Tevî vê yekê, dikare axaftinên vîdeoyan li gorî armancê biguhere û ji nû ve saz bike. Di van vîdeoyên bi rêya pergalên aqilê çêkirî têne afirandin çi gotineke kesên di vîdeoyê de diaxivin bi hêsanî biguhere û gotineke din lê bahr bike.

A.Rahman ÇELÎK
A.Rahman ÇELÎKhttps://berwarnews.com
Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Anqereyê, di 1997’an de, di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe, di sala 2002’yan de Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Ji sala 2004 ve, salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê kir. Çelîk di 2012'yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aboriyê hat girtin.