SerupelCivakFransa bi rewşa awarte bersivê da çalakgeran

Fransa bi rewşa awarte bersivê da çalakgeran

Li Fransayê alozî berfirehtir dibe û piştî şewat û pevçûnên dijwar ên dawiya hefteyê, qedexeya derketina derve ya yekem hate ragihandin. Piştî ku serokkomar Emmanuel Macron şîdeta li kolanan şermezar kir, li bajarê Lilleê û navçeyên wê ji roja duşemê ve biryara rewşa awarte û qedexeya 2 rojan hate girtin. Zêdetirî 2.400 kes hatin binçavkirin û tedbîrên ewlehiyê li seranserê welêt hatin zêdekirin.

Li Fransayê protestoyên girseyî yên ku ji ber buhayê jiyanê, rewşa xirab a xizmetên giştî û mercên dibistanan dest pê kiribûn, di dawiya hefteyê de veguherîn alozîyeke mezin. Piştî van geşedanan û zêdebûna bûyerên şîdetê li kolanan, rêveberî yekem biryara rewşa awarte û qedexeya derketina derve ragihand.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Serokatîya Fransayê hatin wergirtin, yekemîn qedexeya derketina derve ya li welêt ji bo du rojan li bajarê Lilleê yê li bakurê welêt û li bajarokên derdor awê ragihand. Ev biryar wekî gaveke hişk a dewletê ya ji bo kontrolkirina raperîna li kolanan tê nirxandin.

Macron şîdetê şermezar kir

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe ya duh de  bertekeke tund nîşanî xwepêşandanan da û diyar kir ku “tiştekî ku vê tundiyê rewa bike tune ye.” Macron nerazîbûn û êrîşên dawiya hefteyê wekî “şîdeta bêserûber” pênase kir.

Di çalakiya ku zêdetirî nîv mîlyon kes tevlî bûn de, li gelek bajaran pevçûnên giran derketin. Avahîya şaredariya dîrokî ya li Limogesê û li Lyonê ofîseke tûrîzmê bû hat weşandin û li Parîsê gelek dikan hatin talankirin. Du pevçûnên li kolanan de nêzîkî hezar polîs û agirkuj birîndar bûn. Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Navxweyî ya Fransayê, ji destpêka bûyeran heta niha hejmara kesên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin derketiye 2.400î.

Foto: Serhildana li Parîsê/Foto: Wikimedia Commons, CC BY-SA 4.0