Di salvegera referandûma başûrê Kurdistanê de, mijara serwerî û mafê self-determînasyonê careke din di rojeva siyaset û civaka Kurdistanê de dibe ciyê nîqaşên kûr. Ev bûyera dîrokî xwenîşandana îradeya azad a gelê kurd bû ku di çarçoveya pênaseya hiqûqa navneteweyî de mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê bi kar anî.
Pêvajoya referandûmê di demekê dijwar de pêk hat ku herêma Kurdistanê di encama şerê li dijî DAÎŞê bi problemên mezin ên leşkerî û aborî re rû bi rû mabû. Pêşmerge xeta parastinê ya bi dirêjahiya hezaran kîlometreyan diparast û zêdetirî mîlyonek penaber û koçber li herêma Kurdistanê hatibûn bicihkirin. Di heman demê de, hikumeta navendî ya Bexdayê ji sala 2014an ve pişka budceya Herêma Kurdistanê birîbû û krîzeke giran a aborî hebû. Di nava van şert û mercan de hikumeta Kurdistanê biryara referandûmê da.
Dengdan di 25ê Îlona 2017an de li çar parêzgehên Herêma Federal a Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebçe) û li bajarên din ên di bin kontrola hikumeta herêmî de (Kerkûk, Şengal, Xaneqîn hwd.) hat lidarxistin.
Zêdetirî 3.3 mîlyon welatî çûn ser sindoqan ku ev rêjeya 72.16%yê hilbijêran pêk dianî. Ji vê hejmarê 92.73% dengên “Erê” ji bo serxwebûnê bi kar anîn. Bi tenê 7.27ê hilbijêran dengê “Na” bi kar anîn.
Reaksiyonên hêzên herêmî û navneteweyî
Bertekên beramberî referandûmê tund û berfireh bûn. Hikumeta navendî ya Iraqê proseyê wekî dijî destûra bingehîn ragihand. Dewletên cîran ên wekî Tirkiye û Îranê gefa girtina sînoran, sekinandina geştên esmanî û ambargoya aborîyê li başûrê Kurdistanê xwarin. Enqere û Tehranê ligel Bexdayê minawreyên hevbeş ên leşkerî li ser sînor pêk anîn.
Di asta navneteweyî de, Neteweyên Yekbûyî (NY), DYA û dewletên Yekîtiya Ewrûpayê bi hinceta ku “wê şerê dijî DAÎŞê asteng bike û îstiqrara Iraqê xira bike” bang kirin ku referandûm bê paşxistin. Tenê çend welat û aliyên navneteweyî piştgiriya prensîbî ji bo mafê self-determînasyonê re dîyar kirin.
Encamên piştî referandûmê
Encamên rasterast ên piştî referandûmê leşkerî û siyasî bûn. Di 16ê çirîya pêşîn a 2017an de, artêşa Iraqê û hêza paramîlîter Heşdî Şebî derbasî Kerkûk û navçeyên li dora wê dagir kirin. Bi vê hemleya dagirkirinê herêma Kurdistanê 51% erdên xwe winda kir. Di encama vê êrişê de kontrola van deveran ji destê Pêşmerge derket. Her wiha hemû geştên esmanî yên navneteweyî yên ji bo balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê heta demekê hatin rawestandin. Tevî van geşedanan, ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve referandûma 2017an wekî belgeyeke siyasî û neteweyî û îradaye ji bo serwerîyê ya gelê kurd di dîrokê de cîyê xwe girt.


